Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 8:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê wî unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min û Mizgînîyê unda ke, ewê wî xilaz ke.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

35 Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min û Mizgîniyê de winda bike, ewê wê xilas bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

35 Чьмки кʼи кӧ дьхԝазә әʼмьре хԝә хьлаз кә, әԝе ԝи ӧнда кә у кʼи кӧ әʼмьре хԝә бона Мьн у Мьзгинийе ӧнда кә, әԝе ԝи хьлаз кә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 چون گو هَچی کَسه بِخازیت جانه خو نجات بِدَت، دیه اَوه ژه دَست بِدَت؛ بله هَچی کَسه بَر خاطره مِن و بَر خاطره انجیله جانه خو ژه دَست بِدَت، دیه اَوه نجات بِدَت.

Gade chapit la Kopi




Marqos 8:35
27 Referans Kwoze  

Van hʼemû tişta ez îdî bona Mizgînîyê dikim, wekî ez bibime heval-pʼarê dua-dirozgêd ser wê.


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, wê unda ke, lê kʼî ku eʼmirê xwe unda ke, wê xilaz ke.


Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.


Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.


Kʼî eʼmirê xwe bigerʼe, ewê unda ke, lê kʼî eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê bibîne.


Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim.


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min unda ke, ewê xilaz ke.


Ewana pê xûna Berx û xebera şeʼdetîya xwe ser wî kʼetin, eʼmirê xwe hʼeta mirinê hʼiz nekirin.


Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im».


Min wîrʼa got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minrʼa got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine.


Kʼulfeta mirîyêd xwe saxbûyî standin. Hineka jî azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rʼabin bigihîjine jîyîneke hê qenc.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite