Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 7:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 û ji bazarê jî çi tînin, hʼeta avê nexin, naxwin. Gelek eʼdetêd din jî hene, ku ji kal û bava hildane û diqedînin: Mesele, mîna şûştina tʼasa, şerbika û firaqêd sifire mayîn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 û çaxê ji sûkê tên jî, heta ku avê bi xwe de nekin, naxwin. Gelek adetên din jî hene ku ji bav û kalan distînin û bi cih tînin: Wek şuştina tas, şerbik û firaxên sifir. –

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 у жь базаре жи чь тиньн, һʼәта аве нәхьн, нахԝьн. Гәләк әʼдәтед дьн жи һәнә, кӧ жь кал у бава һьлданә у дьԛәдиньн: Мәсәлә, мина шуштьна тʼаса, шәрбька у фьраԛед сьфьрә майин.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 و وقته بازاره دا تِن، حَتا خو نَشُن چه دِشدی ناخُن. و اَو گَلَک سُنّته دی ژی خُدان دِگَن، بینا شُستِنا طاسِگا و مَنجَلا و آمانِت مِسی و صَندلا.

Gade chapit la Kopi




Marqos 7:4
15 Referans Kwoze  

lê ev yek tʼenê xwarin-vexwarinê û cûrʼe-cûrʼe şûştin-veşûştinêd qeyde-qanûnêva girêdayî ne. Ev qeyde-qanûnêd dervayî ne, kʼîjan ku hʼeta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin.


Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê hindurʼva tʼijî timayî û çʼeʼvbirʼçîyî ne.


Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê Xwe li we bigire. Destêd xwe bişon, gunekʼarno, dilê xwe paqij kin, dudilîno.


Û şeş kʼûpêd kevirî hebûn, ku li gora eʼdetêd cihûya bona şûştin-veşûştina wana li wir danîbûn. Ji wana her yekî ji hʼeyştê hʼeta sed bîst lîtir av hildida.


Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.


Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».


Hingê nav şagirtêd Yûhʼenna û cihûkîda li ser pirsa eʼdetêd şûştin-veşûştinê deʼw pêşda hat.


Fêrisîyê kor! Pêşîyê hindurʼê fîncan û tʼasê paqij ke, wekî li derva jî paqij be.


Hûn tʼemîyêd Xwedê dihêlin û pey rʼaw-rʼizimêd merivayîyê dikʼevin».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite