Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 7:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Û berê Xwe eʼzmênda kir, kʼeser hatê û got: «Effata!» ku tê feʼmkirinê: «Vebe!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

34 Çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, axîn kişand û got: «Effata!» ku tê mana «Vebe!»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

34 У бәре Хԝә әʼзменда кьр, кʼәсәр һате у гот: «Әффата!» кӧ те фәʼмкьрьне: «Вәбә!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 پاشه بَرخودا اَسمانی، و آخِنَگ کِشا و گُت: «‌اِفَّتَح!» آنی «وَبَ!»

Gade chapit la Kopi




Marqos 7:34
21 Referans Kwoze  

Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst.


Îsa her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber eʼlaletê. Û her du meʼsî jî li hʼemûya bela kir.


Destê qîzikê girt û gote wê: «Talîta qûm!» ku tê feʼmkirinê: «Qîzik, ez terʼa dibêjim, rʼabe!»


Petrûs wîrʼa got: «Eynêyas! Îsa Mesîh te qenc dike. Rʼabe û nivîna xwe bide hev». Ew pêrʼa-pêrʼa rʼabû ser xwe.


Gava ku Îsa çʼeʼv girîyê wê û girîyê cihûyêd ku pêrʼa hatibûn kʼet, kʼesera kʼûr hatê û dilê Wî êşîya.


Û sihʼeta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û got: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?» ku tê feʼmkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?»


Kʼûr kʼeser hatê û got: «Çima eva nisila li nîşanekê digerʼe? Ez rʼast werʼa dibêjim ku vî nisilîrʼa nîşanek nayê dayînê».


Hingê Petrûs hʼemû derxistine derva, çok da dua kir û ser cinyazda vegerʼîya got: «Tabîtʼa! Rʼabe ser xwe». Ewê çʼeʼvêd xwe vekirin, li Petrûs nihêrʼî, rʼabû rʼûnişt.


Pey vê gotinêrʼa bi dengekî bilind kire gazî: «Lazar, derkʼeve!»


Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.


Çaxê Îsa ev yekana gotin, berê Xwe eʼzmênda kir û got: «Bavo, wext pêrʼa gihîştîye. Kurʼê Xwe rʼûmet ke, wekî Kurʼ jî Te rʼûmet ke.


Li ser vê yekê Îsa dîsa kʼûr kʼeser kʼişand û çû ser tʼirbê. Ew tʼirb şkeftek bû û kevirek ber devê wê bû.


Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya


Û Îsa wîrʼa got: «Bira bibînin, bawerîya te tu qenc kirî!»


Ew nêzîkî darbestê bû girt û ewêd ku dibirin sekinîn, Îsa got: «Xorto! Ez terʼa dibêjim, rʼabe!»


Gunê Îsa pê hat, destê Xwe dirêj kir lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!»


Û dest xweda guhêd wî bihîstin, zimanê wî vebû û zelal dest bi xeberdanê kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite