Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 4:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

19 lê xema vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din dikevin navê û peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

19 хәмед ве дьнйайе, дәрәԝед дәԝләтийе у хԝәстьна тьштед дьн дькʼәвьнә наве у хәбәре дьхәньԛиньн, әԝ бе бәр дьминьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بله نیارانیِت وه دُنیایه و لِباندِنا ماله دُنیایه و داخازیا دِشده دیتِر دِکَوِنَ ناو دله واندا و کلامه دِخَندِقینِن و اَو به حاصِل دِمینیت.

Gade chapit la Kopi




Marqos 4:19
28 Referans Kwoze  

Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be.


Hingê Îsa gote şagirtêd Xwe: «Ez rʼast werʼa dibêjim, dewletîyarʼa zeʼmet e ku bikʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we pʼirʼxurîyê, serxweşîyê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Rʼoj ser weda bê.


Xudan lê vegerʼand û gotê: «Mertʼa, Mertʼa, tu bona gelek tişta xema dikî û tʼevîhev dibî.


Çimkî heger ev şuretana nava weda hene û zêde dibin, hûn bêkêr û bêber namînin nava wê zanebûna weye hindava Xudanê me Îsa Mesîhda.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Evana mesrefêd hʼizkirina weda lekʼe ne, tʼevî we bê xof dixwin-vedixwin, tʼenê zikê xwe diçʼêrînin. Yêd ha, eʼwrêd bêave ji ber bê çûyî ne, darêd payîzêye bêber in, rʼawava rʼakirî, du car hʼişk bûyî,


Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir.


Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Û ewêd nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên,


Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye.


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Çimkî şerʼê me ne miqabilî xûn û goşt e, lê miqabilî serwêrtî û hʼukumetîya ye, miqabilî mîrêd vê dinya teʼrî ye û miqabilî ordîyêd rʼuhʼanîye xirabe li dîyarê eʼzmana ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite