Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 4:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Ewêd li devê rʼê ku xeber lê tê çandinê, ew in, ku gava dibihên, pêrʼa-pêrʼa mîrêcin tê û xebera dilê wanda çandî derdixe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Yên li tenişta rê, ew cihê ku peyv lê hatiye çandin, ew in ku dibihîzin, lê di cih de Îblîs tê û peyvê ji dilê wan dertîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Әԝед ль дәве рʼе кӧ хәбәр ле те чандьне, әԝ ьн, кӧ гава дьбьһен, перʼа-перʼа мирещьн те у хәбәра дьле ԝанда чанди дәрдьхә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 هِندَ مِرُو بینا تُیه سَر رِنَ، اَو جیه گو کلاما خدا دِتَ چاندِن؛ وقته گو کلاما خدا دِبیهیسِن، شیطان جیدا تِت و کلاما گو ناو واندا هاتیَ چاندِن، دِدِزیت.

Gade chapit la Kopi




Marqos 4:15
28 Referans Kwoze  

Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê.


wekî mîrêcin piştê li me neşkêne, çimkî em haş ji hʼunurêd wî hene.


Tʼoximêd ku kʼetine devê rʼê ew in, yêd ku xeberê dibihên, lê mîrêcin tê xeberê ji dilê wan derdixe, ku nebe bawer bikin û xilaz bin.


Çaxê ewî tʼoximê xwe dirʼeşand, hinek jê kʼetine devê rʼê, teyrede hatin û ew xwarin.


Hingê Petrûs wîrʼa got: «Hananîya! Ev çawa bû ku mîrêcin qelpê xirab kire dilê te, ku tu Rʼuhʼê Pîrozrʼa derewa bikî û ji qîmetê eʼrdê hinekî veşêrî?


Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Gava hʼezar sal tʼemam be, mîrêcin wê ji zindana xwe bê berʼdanê,


Bona vê yekê gerekê em hê gelekî guh bidine wan tiştêd me bihîstine, wekî em ji wan nexalifin.


Hatina Yê Neheqîyê wê bi qewata mîrêcin be, hʼeta hʼunurê wî hebe wê nîşan û kʼeremetêd derew bike


Lê wana pişt guhê xweva avît, yek çû eʼrdê xwe û yê din tʼucaretîya xwe.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›»


Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çʼeʼvder yan dinêhʼiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtîya xwe firot.


Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».


Tʼoximrʼeş xeberê dirʼeşîne.


Ewêd li ser eʼrdê kevirî ew in, ku gava xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa wê qebûl dikin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite