Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 2:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Malêda haqas meriv civîyan, hʼeta ku li ber dêrî jî cî-sitʼar tʼunebû. Îsa xebera mizgînîyê ew hîn dikirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Mirov di malê de wisa pirr civiyabûn ku heta li ber derî jî cih nemabû. Îsa peyva Xwedê hînî wan dikir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Маледа һаԛас мәрьв щьвийан, һʼәта кӧ ль бәр дери жи щи-сьтʼар тʼӧнәбу. Иса хәбәра мьзгинийе әԝ һин дькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 گَلَک مِرُو خِر بون، وِسا گو حتا پِشیا دَری چه جی چِنَبو، و اَوی کلاما خدا بُ وان وَعظ دِگِر.

Gade chapit la Kopi




Marqos 2:2
20 Referans Kwoze  

Îsa dîsa çû devê golê. Tʼemamîya eʼlalet dihate cem Wî û Ewî jî ew hîn dikirin.


Lê ew meriv derkʼet destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li cîyêd xewle dima. Û cimeʼt ji her alîyava dihatine cem Wî.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Lê belê nivîsar çi dibêje? «Xebera Xwedê li cem te ye, li ser zarê te ye û dilê teda ye», (awa gotî ew xebera bawerîyê, ya ku em dannasîn dikin).


Nava sînorêd Firîgya û Galatyayêda gerʼîyan, çimkî Rʼuhʼê Pîroz nehişt ku qeza Asyayêda xebera Xwedê bêjin.


Pergêda jî xebera Xwedê dannasîn kirin, berjêr çûne Entalyayê.


Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin.


Gava wana şeʼdetî da û xebera Xudan xeber dan, paşda vegerʼîyane Orşelîmê û li ser rʼîya xwe gelek gundêd Sameryayêda jî Mizgînî didan.


Wî çaxî, gava bi hʼezara merî civîyan, usa ku ser hevrʼa derbaz dibûn, Ewî pêşîyê destpêkir şagirtêd Xwerʼa got: «Hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya bikin, Ez tînime ser durʼûtîya wan.


Ev e meʼna vê meselê: Tʼoxim xebera Xwedê ye.


Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,


û gava ku wan Ew dît, gotinê: «Hʼemû li Te digerʼin».


Tʼemamîya cimeʼta bajêr li ber dêrî civîya.


Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir


Ewî dest bi hînkirina Xwe kir û wanrʼa got:


Rʼojekê çaxê Ewî hîn dikir, fêrisî û dersdarêd Qanûnê jî rʼûniştibûn, ku ji hʼemû gundêd Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê hatibûn. Qewata Xudan hazir bû, wekî Îsa nexweşêd wan qenc bike.


Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û Wî eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat, çimkî ew mîna pezêd bê şivan bûn. Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin.


Pey çend rʼojarʼa Îsa vegerʼîya Kefernahûmê. Hingê hate bihîstinê, ku Ew malda ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite