Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 16:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Әԝе кӧ баԝәр дькьн, әв нишане ԝанрʼа дийар бьн: Бь наве Мьн ԝе щьна дәрхьн, бь зьманед ну ԝе хәбәр дьн,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 و اَو نیشانَنَ دیه گَل مِرُوِت خُدان ایمان دا بِن: بِ ناوه مِن دیه اَجنا دَرخینِنَ دَروَ و دیه بِ اَزمانِت تازَ قِسَ گَن؛

Gade chapit la Kopi




Marqos 16:17
17 Referans Kwoze  

Eʼlalet jî ji bajarêd dor-bera dihatine Orşelîmê, tʼevî xwe nexweş û yêd ku ji rʼuhʼêd hʼeram cefa dikʼişandin danîn û hʼemû jî qenc dibûn.


Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.


Ji gelek cinakʼetîya rʼuhʼêd hʼeram bi dengê bilind dikirine qîrʼîn derdikʼetin û gelek şilûşeʼt, nigada seqet qenc dibûn.


Ew hʼeftê du şagirt bi eşq û şa vegerʼîyan û gotin: «Xudan, cin jî saya navê Te êlimî me dibûn».


çimkî bihîstin ku wana bi zimana xeber didan û şikirî didane Xwedê. Hingê Petrûs got:


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.


Û gava Pawlos destêd xwe danîne ser wan, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, bi zimana xeber dan û pʼêxembertî kirin.


Ewê ku bi zimanê xerîb xeber dide, ew ne ku mêrivrʼa xeber dide, lê Xwedêrʼa, çimkî kesek Wî feʼm nake. Ew bi qewata Rʼuhʼ surʼa dibêje.


Çima hʼemû xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê ne? Çima hʼemû bi zimanêd xerîb xeber didin? Çima hʼemû zimana şirovedikin?


Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn.


Ev yeka ewê gelek rʼoja dikir, hʼeta ku Pawlos aciz bû, vegerʼîya û wî rʼuhʼîrʼa got: «Bi navê Îsa Mesîh eʼmirî te dikim ji wê derê!» Û pêrʼa-pêrʼa ew ji wê derkʼet.


Yûhʼenna Îsarʼa got: «Dersdar! Me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê».


Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite