Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 16:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 У ԝанрʼа гот: «Һәрʼьнә һәр чар алийед дьнйайе у Мьзгинийе бьдьнә һәр мәрьви.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 هِنگه گُتَ وان: «هَرنَ تواوی دُنیایه و انجیله بُ تواوی عالَمه وَعظ گَن.

Gade chapit la Kopi




Marqos 16:15
27 Referans Kwoze  

Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Gerekê pêşîyê Mizgînî hʼemû miletarʼa bê dayînê.


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Paşê Îsa dîsa wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa. Çawa ku Bavê Ez şandim, usa jî Ez we dişînim».


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».


Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetekî din ku eʼzmênda difirʼî û Mizgînîya wîye hʼeta-hʼetayê hebû, wekî wê Mizgînîyê bide yêd rʼûbarî dinê, awa gotî hʼemû mileta, bereka, zimana û cimeʼta.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Û hat Mizgînîya eʼdilayîyê da we necihûyêd dûrî Xwedê û cihûyêd nêzîkî Wî.


hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite