Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 14:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Ewî wanrʼa got: «Ew yek nava we her donzdehada ye, yê ku peʼrîyê xwe tʼevî Min tʼasêda dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Wî ji wan re got: «Yek ji diwanzdehan e ku nanê xwe bi min re li firaxê dixe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Әԝи ԝанрʼа гот: «Әԝ йәк нава ԝә һәр донздәһада йә, йе кӧ пәʼрийе хԝә тʼәви Мьн тʼаседа дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 عیسی گُتَ وان: «اَو یگ ژه وَ دانزدَه شاگِردایَ، هَمَن اَوه گو نانه خو گَل مِن دِبَتَ ناو کاسِگه دا.

Gade chapit la Kopi




Marqos 14:20
9 Referans Kwoze  

Îsa cab da û got: «Ew e, yê ku Ez vî peʼrîyê nan xwarinêda kim bidimê». Û peʼrîyê nan xwarinêda kir, da Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî.


Wî ev yek bona Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî digot, çimkî rʼast e ew yek ji her donzdeha bû, lê dîsa wê nemamîya Îsa bikira.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼlaletekê ser Wîda girt û yekî ji her donzdeha, navê wî Cihûda, pêşîya wan kʼetibû û nêzîkî Wî bû ku Wî rʼamûse.


Hema hingê gava Wî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji her donzdeha bû, hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna, qanûnzana û rʼûspîyada eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku peʼrîyê Xwe tʼevî Min tʼasêda kir, ewê nemamîya Min bike.


Ew ber xwe kʼetin û destpêkirin yek-yek ji Wî pirsîn: «Dibe ku ez im?»


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê. Lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite