Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 13:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Û hingê wê bibînin, Kurʼê Mêriv bi qewata mezin û rʼûmet eʼwrava tê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

26 «Û hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewran de bi hêz û rûmeta mezin tê.›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

26 У һьнге ԝе бьбиньн, Кӧрʼе Мерьв бь ԛәԝата мәзьн у рʼумәт әʼԝрава те.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 هِنگه دیه گوره انسان بِبینِن گو بِ جلال و شُکوه و قُدرَتَگه مَزِن ناو اَورادا تِت.

Gade chapit la Kopi




Marqos 13:26
15 Referans Kwoze  

Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê.


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


Xudanê xwexa bi eʼlametîke fermanî, bi dengê serekmilyakʼet û lêxistina borʼîya Xwedê ji eʼzmên bê xwarê û ew mirîyêd ku bawerîya xwe Mesîh anîbûn, wê pêşîyê ji mirinê rʼabin,


û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


Ez rʼast werʼa dibêjim, hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv bi Pʼadşatîya Xweva tê nebînin».


Û Ewî wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku nebînin Pʼadşatîya Xwedê bi qewat tê».


Û hingê wê bibînin ku ‹Kurʼê Mêriv eʼwrava bi qewat û rʼûmeta mezin tê›.


Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite