Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 13:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Û bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê ewê ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Û ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin. Lê yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 У бона наве Мьн һуне бәр чʼәʼве һʼәмуйа рʼәш бьн. Ле әԝе кӧ һʼәта хьлазийе тәйах кә, әԝе хьлаз бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 خلق همو بَر خاطره ناوه مِن دیه نَفرَته وَ بِگَت. بله اَو کَسه گو حَتا دوماییگه طیگ راوَستِت، دیه نجاته پَیدا گَت.

Gade chapit la Kopi




Marqos 13:13
19 Referans Kwoze  

Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke ewê xilaz be.


Lê kʼî ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Lê van hʼemû tişta bona navê Min wê bînine serê we, çimkî Wî nas nakin, Yê ku Ez şandime.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Lê em ne ji wan in, ku paşda vekʼişin û unda bin, lê em ew in, ku bawer dikin, wekî rʼuhʼêd me xilaz bin.


Çimkî em tʼevî Mesîh bûne xweyîpʼar, heger tʼenê em wê bawerîyê ji serîda hʼeta xilazîyê qewîn bigirin.


Min xebera Te gîhande wan û dinya jenîya wan, çimkî ew ne ji dinyayê ne, çawa ku Ez ne ji dinyayê me.


Bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin.


Hingê wê we bidine cefê, we bikujin û bona navê Min ber çʼeʼvê hʼemû mileta rʼeş bin.


Te ku tʼemîya Min xwey kir û sebir kir, Ezê jî te ji wî wextê cêrʼibandinê xwey kim, ya ku wê bê ser tʼemamîya dinyayê, ku binelîyêd li rʼûbarî dinê bicêrʼibîne.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Eʼcêbmayî nemînin gelî xûşk-bira, heger hûn ber çʼeʼvê dinyayê rʼeş bin.


Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kurʼê xwe. Zarʼê rʼabine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite