Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 13:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Gava ku we bigirin bibine ber dîwanê, pêşda xem nekin ku hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi werʼa bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Pîroz.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Gava ku ew we bidin dest û bikişînin pirsyariyê, ji pêşî ve xeman nexwin ku hûnê çi bêjin. Lê di wê demê de çi we re bê dayîn, wî bêjin. Çimkî yê dipeyive ne hûn in, lê Ruhê Pîroz e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Гава кӧ ԝә бьгьрьн бьбьнә бәр диԝане, пешда хәм нәкьн кӧ һуне чь бежьн. Ле ԝе дәме чь ԝәрʼа бе дайине, ԝе жи бежьн, чьмки нә кӧ һуне хәбәр дьн, ле Рʼӧһʼе Пироз.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بَجا وقته اون گِرتِن و کِشانَ مَحکَمه، پِش وِدا نیاران نَبِن گو اونه چه بِژِن، بَلگو هَچی دِشدا وه سَعَته بُ وَ تِتَ دایین بِژِن؛ چون اَوه گو قِسَ دِگَت اون نینِن، بَلگو رِحا مُقدسا خدایَ.

Gade chapit la Kopi




Marqos 13:11
25 Referans Kwoze  

Lê nikaribûn li ber wê serwaxtîyê û wî Rʼuhʼê ku pê xeber dida bisekinîyana.


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Em bona van tişta bi gotinêd ji serwaxtîya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji Rʼuhʼê Xwedê xeber didin, tiştêd rʼuhʼanî wanrʼa şirovedikin, yêd ku xweyî-Rʼuhʼê Xwedê ne.


Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake.


Eva surʼa dewrêd bihurîda li ber bendêd dinê venebûye, çawa niha bi Rʼuhʼê Pîroz li ber şandî û pʼêxemberêd Wîye pîroz vebûye.


Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.


Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.


Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde.


Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê.


Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin.


Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya.


Lê Steyfan bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî berê xwe eʼzmênda kir, rʼûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî rʼastê sekinî dît


Hʼemûyêd civîna giregirada rʼûniştî gava li wî nihêrʼîn, dîna xwe danê rʼeng-rʼûyê wî mîna rʼeng-rʼûyê milyakʼeta bû.


Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kurʼê xwe. Zarʼê rʼabine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê.


Lê berî van hʼemû tişta, wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kʼinîşta û bikine kela. Bona navê Min wê we bibine ber pʼadşa û welîya.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite