Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 10:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 û li vê dinê sed qat mala, bira, xûşka, dîya, zarʼa û eʼrda tʼevî zêrandina nestîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 û li vê dinyayê sed qatî xanî, bira, xwişk, dê, zarok û zeviyan nestîne û pê re cefayê jî nekişîne û di dinya din de nekeve jiyana herheyî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 у ль ве дьне сәд ԛат мала, бьра, хушка, дийа, зарʼа у әʼрда тʼәви зерандьна нәстинә у дьнйа дьнда жи жийина һʼәта-һʼәтайе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 و هَ وه دُنیایه دا صد جارا هِند مال و بِرا و خوشگ و داییگ و زارو و مِلک - و هَمژی اَذیَته - نَینیتَ دَست، و دُنیایا دی ژی ژه ژیانا اَبَدی به پار بِمینیت.

Gade chapit la Kopi




Marqos 10:30
32 Referans Kwoze  

Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


wê vê dinê hê zêde bistîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê».


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û rʼeʼm e!


Ez vê tʼemîyê didime te: Zêrʼê ku bi êgir hatîye safîkirinê ji Min bikʼirʼe, wekî tu dewletî bî û kʼincêd çîle-qerqaş ji Min bikʼirʼe, ku li xwe kî, wekî şerma teʼzîbûna te bê nixamtinê, usa jî dermanê çʼeʼva, ku li çʼeʼvêd xwe dî, wekî bibînî.


Belê xwedênasî kʼara ser kʼarê ye, heger bi rʼazîbûnê be.


Evana jî ji civîna giregira çûn, şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rʼezîlkirinê bûne.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,


Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û eşqî Xwedê distiran, girtîya jî guhê xwe danîbûne ser wan.


Îsa li pʼaristgehê hêwangeha Silêmanda digerʼîya.


Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê.


Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in.


Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Lê hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Hîndarîya qalib kêrî hindik tiştî tê, lê ya xwedênasîyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite