Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 10:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

21 Îsa lê nêrî, jê hez kir û ji wî re got: «Hê jî kêmahiyeke te heye. Here, çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmên xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

21 Иса ле ньһерʼи, әԝ һʼьз кьр у готе: «Һе кемасикә тә һәйә. Һәрʼә чи тә һәйә бьфьрошә, бәлайи фәԛира кә, һьнге хьзна тә ԝе ль әʼзмен һәбә. У пәй Мьн ԝәрә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 عیسی بِ مُحبّته بَرخودا وی و گُتَ وی: «تَ دِشدَگ گِم هَیَ؛ هَچی دِشدا تَ هَیَ بِفرُشَ و دِراوه وه بِدَ فقیر و ژارا، گو اَسمانی دا تَیه خِزینَ هَبیت. هِنگه وَرَ و بِکَوَ دوو مِدا.»

Gade chapit la Kopi




Marqos 10:21
29 Referans Kwoze  

Lê gazineke Min li te heye, ku tu mîna berê Min hʼiz nakî.


Lê tʼenê tiştek lazim e, ew pʼara qenc jî Meryemê xwerʼa bijart û ji wê nayê standinê».


Ewê ku tʼemamîya Qanûnê xwey dike, lê tiştekî jê berʼdide, ew dibe deyndarê tʼemamîya Qanûnê.


Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin.


Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were».


Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zarʼêd Îsraêl ji rʼê derxe, wekî ew qurbanêd pʼûta bixwin û bênamûsîyê bikin.


Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye.


Hebûka xwe bifiroşin û xwerʼa xêra bikin. Xwerʼa kʼîsikê ku narʼize û xizna eʼzmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe.


Paşê Îsa gazî eʼlaletê û şagirtêd Xwe kirin, wanrʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û pey Min bê.


Û gava nêzîkî Orşelîmê bû, li bajêr nihêrʼî, serda girîya


Û Îsa hʼemûyarʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke û her rʼoj xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Îsa gotê: «Heger tu dixwazî kʼamil bî, herʼe hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey min were».


Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin?


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Ez werʼa dibêjim, hûn bi hebûka vê dinê hevala xwerʼa dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konêd hʼeta-hʼetayêda qebûl kin.


Belê her kesê ku dixwaze yektîya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê


Li ser vê gotinê ewî rʼeng avît, meʼdekirî çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite