Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 10:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Îsa ji wî re got: «Tu çima ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kes qenc tune.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Иса ԝирʼа гот: «Тӧ чьма Мьнрʼа дьбежи ԛәнщ? Ԛәнщ тʼәне Хԝәде йә, пештьри Ԝи кәсәки дьн тʼӧнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 عیسی گُتَ وی: «بُچی تِ دِژی مِن قَنج؟ چه کَس قَنج نینَ خِنجی خدا.

Gade chapit la Kopi




Marqos 10:18
14 Referans Kwoze  

Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune.


Ewî jêrʼa got: «Tu çima bona qencîyê ji Min dipirsî? Tʼenê Yekî qenc heye. Lê heger tu dixwazî, bikʼevî jîyîna hʼeta-hʼetayê, tʼemîyêd Xwedê xwey ke».


Awa em wê hʼizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê hʼizkirin e û yê ku nava hʼizkirinêda dimîne, ew nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda.


Hʼemû bende xalifî ne, bi hevrʼa tʼevayî bêkêr bûne, yekî qencîyê bike tʼune, tʼu kes tʼune.


Yê ku hʼiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hʼizkirin e.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»


Tu tʼemîya zanî: ‹Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede, xûdana xelqê nexwe, qedirê dê û bavê xwe bigire›».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite