Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 10:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Gava Îsa bi riya xwe ve diçû, yek bezî ba wî, li ber wî çû ser çokan û jê pirsî: «Mamosteyê qenc, ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Гава Иса рʼийа Хԝәда дьчу, йәк бәрбь Ԝи бәзи, чу ль бәр Ԝи чок да у же пьрси: «Дәрсдаре ԛәнщ, әз чь бькьм, ԝәки жийина һʼәта-һʼәтайе ԝар бьм?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 وقته عیسی ره کَت، مِرُوَگ بَزی هات و بَر عیسی کَتَ سَر چُکا و ژه وی پیسیار گِر: «ماموستایه قَنج، چه بِگَم گو بِبِمَ خُدانه ژیانا اَبَدی؟»

Gade chapit la Kopi




Marqos 10:17
28 Referans Kwoze  

Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Hingê qanûnzanek rʼabû Ew cêrʼiband û got: «Dersdar, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînim?»


Ew derxistin û got: «Ez xulam! Ez çi gerekê bikim ku xilaz bim?»


Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?»


Niha ez we dispêrime Xwedê û Xebera kʼerema Wî, ku dikare we rʼuhʼanîyêda ava ke û pʼara we tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwe ke.


De niha rʼabe herʼe bajêr, wê terʼa bê gotinê tê çi bikî».


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Çaxê hatine cem eʼlaletê, merivek nêzîkî Îsa bû, ber çok da û gotê:


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Ewana hatin û jêrʼa gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?»


Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»


Û yekî kʼotî hat, li ber Îsa çok da, rʼeca jê kir û gotê: «Heger Tu bixwazî, dikarî min paqij kî».


Ew bi xof û eşqeke mezin lez ji tʼirbê derkʼetin û lezandin ku şagirtarʼa bêjin.


Û ev e ew sozê ku Wî da me, ew jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune.


Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be


wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin.


Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.


û wan soz-qirarêd nebetale nerʼizî û neçʼilmisî war bin. Evana li eʼzmana werʼa xweykirî ne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite