Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 1:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 «Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 «Ya Îsayê Nisretî, te çi ji me ye? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê Xwedê yî!»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 «Тӧ чь жь мә дьхԝази, йа Исайе Ньсрәте? Тӧ һатийи ԛьрʼа мә бини? Әз заньм Тӧ кʼи йи. Тӧ Пирозе Хԝәде йи!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 «اَی عیسایه ناصِری، تَ چه شُل گَل مَدا هَیَ؟ ما تِ هاتی مَ بَین بِبَی؟ اَز دِزانِم تِ که ای! تِ اَو مُقدسه خدایی!»

Gade chapit la Kopi




Marqos 1:24
25 Referans Kwoze  

Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?»


Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin.


«Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê.


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî, ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te birʼize.


Gava ewî Îsa dît, kire qîrʼîn kʼete ber Wî û bi dengekî bilind got: «Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Ez rʼeca ji Te dikim, min nede cefê!»


û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!»


Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê».


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Me ev meriva dît, çawa mîna belakê kʼetîye nava hʼemû cihûyêd ser dinê tʼevîhev dike û rʼêberê kʼomela nisretîya ye.


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


Ewî ji wan pirsî û got: «Çi bûye?» Wana lê vegerʼand gotê: «Bona Îsayê Nisretê, ku Ew bi eʼmel û xeberêd Xwe li ber Xwedê û tʼemamîya milet pʼêxemberekî zor bû


Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».


Hingê hʼemû binelîyêd dor-berêd Girasînê hîvî ji Îsa kirin, ku ji wan dûr kʼeve, çimkî saweke mezin ew girtibûn. Ew jî kʼete qeyikê û paşda vegerʼîya.


Hingê kʼinîşta wanda merivek hebû, ku rʼuhʼê hʼeramva girtî bû. Wî kire qîrʼîn û got:


Îsa lê hilat û got: «Kerʼ be û jê derkʼeve!»


Gava bihîst ku Îsayê Nisretê derbaz dibe, destpêkir kire qîrʼîn û got: «Îsayê Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!»


Ewê ku dît Petrûs xwe li ber êgir germ dike, li wî nihêrʼî û got: «Tu jî tʼevî ewî nisretî bûyî, tʼevî Îsa».


Lê ewî wanrʼa got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê rʼabûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû.


Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite