Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Marqos 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Mizgînîya Îsa Mesîhê Kurʼê Xwedê bi vî tiherî destpêbû:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ev destpêka Mizgîniya Îsa Mesîhê Kurê Xwedê ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Мьзгинийа Иса Мәсиһе Кӧрʼе Хԝәде бь ви тьһәри дәстпебу:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 دَستبه گِرِنا انجیلا عیسیْ مسیحْ، گوره خدا.

Gade chapit la Kopi




Marqos 1:1
23 Referans Kwoze  

Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan».


Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî».


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê».


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Natanyêl jêrʼa got: «Dersdar, Tu Kurʼê Xwedê yî! Tu Pʼadşê Îsraêlê yî!»


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


ji nixumandina Yûhʼennada girtî hʼeta wê rʼoja ku Ew ji nav me berbi eʼzmên hate hilatinê. Ew gerekê tʼevî me bibe şeʼdê rʼabûna Wîye ji mirinê».


Berî hatina Wî, pêşîyê Yûhʼenna tʼemamîya miletê Îsraêlêrʼa dannasîn kir, ku ji gunekirinê vegerʼin û bêne nixumandinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite