Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 9:51 - Peymana Nû (Încîl)

51 Û çaxê ew rʼojêd ku Îsayê bihata hildanê nêzîk bûn, Ewî berê Xwe da Orşelîmê, ku herʼe wir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

51 Çaxê rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, Îsa berê xwe da Orşelîmê, da ku here wê derê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

51 У чахе әԝ рʼожед кӧ Исайе бьһата һьлдане незик бун, Әԝи бәре Хԝә да Оршәлиме, кӧ һәрʼә ԝьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

51 وقته دَما ژِلَل بِرِنا عیسی بُ اَسمانی نِیزوک دِبو، مِجِد رِیا اورشلیمه دا بَخو.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 9:51
29 Referans Kwoze  

Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Ewî her donzdeh dane alîkî û wanrʼa got: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê û hʼemû tiştêd ku bi destê pʼêxembera bona Kurʼê Mêriv hatine nivîsarê, wê bêne sêrî.


Îsa gund û bajararʼa derbaz dibû, hîn dikir û berbi Orşelîmê diçû.


Gava Îsa berbi Orşelîmê diçû, nava Sameryayê û Celîlêrʼa derbaz dibû.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


wê dera ku Îsa çawa pêşîkʼêş bona me kʼetîyê. Ew bûye serekkʼahînê hʼeta-hʼetayê mîna Melkʼî-Sadiq.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


ya ku Xwedê ser Mesîh da xebatê, gava Ew ji nava mirîya rʼakir û li dîyarê eʼzmana kʼêleka Xweye rʼastê da rʼûniştandinê,


Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart.


hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir.


Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.


Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».


Lê niha Ez diçime cem Yê ku Ez şandime û ji we tʼu kes ji Min napirse: ‹Tê kʼuda herʼî?›


Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.


Lê hingê hûnê çi bêjin, heger bibînin Kurʼê Mêriv rʼadibe wî cîyê ku berê lê bû?


Û hê dua dikir, ji wan qetîya, berbi eʼzmên hate hilatinê.


Îsa pey vê xeberdanêrʼa pêşda çû, wekî hevraz herʼe Orşelîmê.


Û wana hê ev tişt dibihîstin, Îsa meseleke din jî anî ser wê yekê, ku Ew nêzîkî Orşelîmê dibû û wana tʼirê Pʼadşatîya Xwedê wê zûtirekê kʼifş be.


Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne rʼihʼet e hʼeta ku ew bê sêrî.


diceʼdînim bigihîjime meremê xwe, wê lecxelata jorçûyînê, awa gotî gazîya Xwedêye bi saya Mesîh Îsa bistînim.


Û çaxê ewana rʼêda bûn, yekî Wîrʼa got: «Tu kʼuda jî herʼî ezê pey Te bêm».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite