Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 9:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Wî got: «Divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne û ji aliyê rihspî, serekên kahînan û Şerîetzanan ve bê redkirin û kuştin û roja sisiyan rabe.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 У әԝи гот: «Кӧрʼе Мерьв гәрәке гәләки щәфа бькʼьшинә, жь алийе рʼуспийа, сәрәкед кʼаһина у ԛанунзанада бе тʼәхсиркьрьн у кӧштьне, ле рʼожа сьсийа ԝе жь мьрьне рʼабә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 و گُت: «گوره انسان دِبی گَلَک زَجره بِکِشیت و مَزِنِت قَومی و سَرُکِت کاهینا و ماموستایِت تَوراته اَوی رَد گَن و بِتَ گُشتِن و له رُژا سِیه رابیت.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 9:22
24 Referans Kwoze  

‹Gerekê Kurʼê Mêriv bikʼeve destê merivêd nerʼast, bê xaçkirinê û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe›».


«Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva».


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe».


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin».


û hate definkirinê, rʼoja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê rʼabû li gora nivîsara,


Ne gerekê Mesîh cefa bikʼişanda û bikʼeta rʼûmeta Xwe?»


Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanarʼa got: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva,


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Lê pêşîyê gerekê Ew gelekî cefa bikʼişîne û ji vî miletî bê tʼexsîrkirinê.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite