Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 8:43 - Peymana Nû (Încîl)

43 Wir kʼulfetek jî hebû, ku donzdeh salê wê bûn, ser xûnê vebibû. Ewê hʼemû hebûka xwe dabû hʼekîma, lê tʼu kesî çʼare lê nekiribû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

43 Û jineke ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû û her tiştên ku wê abora xwe pê dikir jî, dabû hekîman û kesekî nikaribû wê qenc bike,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

43 Ԝьр кʼӧлфәтәк жи һәбу, кӧ донздәһ сале ԝе бун, сәр хуне вәбьбу. Әԝе һʼәму һәбука хԝә дабу һʼәкима, ле тʼӧ кәси чʼарә ле нәкьрьбу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

43 و ژِنگَگه نَساخ هَبو گو دانزدَه سال بو خون له دِچو و بِ وه حالی گو تواوی ماله خو خَرجا حکیما گِره بو، بله دیسا ژی چه کَسه نَگاری بو وی ساخ گَت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 8:43
22 Referans Kwoze  

Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?»


Gava ku Îsa derbaz dibû, Ewî merivekî ji zikmakîyêda kor dît.


Li wir kʼulfeteke qoncikî hebû, ku hʼîjdeh salêd wê bû, rʼuhʼê nexweşîyê pêrʼa bû. Ewê qet nikaribû xwe rʼast kira.


Gava Ew derkʼete bejê, ji wî bajarî merivek derkʼete pêşîya Wî, ku cin nav wîda bûn. Ewî zûva ne kʼinc li xwe dikirin û ne jî malda disekinî, nava gorʼistanada dima.


Eʼmirê wî merivê ku ev kʼeremeta qencbûnê jêrʼa bû çil salî jortir bû.


Merivekî ji zikmakîyêda nigada seqet hebû, ku her rʼoj danîn ber dergehê pʼaristgehêyî ku Bedew dihate gotinê dadanîn, ku ji yêd dihatine pʼaristgehê pʼars kira.


Lê niha ew çawa dibîne, em nizanin, yan kʼê çʼeʼvêd wî vekirine, em wê jî nizanin. Ew îdî mezin e, ji wî bipirsin, bira ew caba xwe bide».


Kʼîderê ku pê digire wî eʼrdê dixe, kʼef dêv dikʼeve, diran lê dikine çʼirke-çʼirk û rʼeq dibe. Min hîvî ji şagirtêd Te kir, ku vî rʼuhʼî derxin, lê nikaribûn».


Van hʼemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengazîya xweda çî wê hebû ku pê eʼbûrê xwe bikira hʼemû avîtê».


Çimkî tʼenê qîzeke wîye donzdeh salî hebû û ew jî ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, eʼlaletê zeʼmet dida Wî.


Eva piştêva hat li rʼîşîyêd kʼincê Wî kʼet û destxweda xûn jê çʼikîya.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite