Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 8:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 û Yohana, jina Xûzayê wekʼîlxercê mala Hêrodes, Sosin û gelekêd mayîn, ku wana bi hebûka xweva wanrʼa berdestî dikirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 û Yohana jina Xûzayê şahneyê mala Hêrodês û Sosin û gelekên din ku bi malê xwe alîkariya wan dikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 у Йоһана, жьна Хузайе ԝәкʼилхәрще мала Һеродәс, Сосьн у гәләкед майин, кӧ ԝана бь һәбука хԝәва ԝанрʼа бәрдәсти дькьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 یوآنّا ژِنا خوزا، پِشَکاره هیرودیس، سوسن و گَلَک ژِنگه دیتِر. اَوان ژِنگا بِ ماله خو رِسق و دِشده گو عیسی و شاگِردِت وی احتیاج هَبون حاضِر دِگِرِن.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 8:3
19 Referans Kwoze  

bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


Tʼemamîya cimeʼta Xwedê li we silav dike, îlahî ewêd ku ji mala Qeyser in.


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


çûne hindurʼ, Kurʼik tʼevî dîya Wî Meryemê dîtin, li ber Wî deverʼû çûn, serê xwe li ber danîn û xiznêd xwe vekirin, pʼêşkʼêşêd zêrʼ, bixûrê eʼrebî û zimir dane Wî.


Yêd ku şandîyarʼa gotin, evana bûn: Meryema Mejdelanî, Yohana û Meryema dîya Aqûb, bi tʼevî hinekêd mayîn.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst,


Çimkî Hêrodes Yûhʼenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rʼûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda.


Gava rʼoja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan rʼeqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat.


Gava rʼo çû ava, xweyê rʼez wekʼîlê mala xwerʼa got: ‹Gazî pʼala ke, heqê wan bidê, ji yêd paşin destpêbike hʼeta yêd pêşin›.


Li wê derê gelek kʼulfet jî hebûn, ku dûrva dinihêrʼîn. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn, berdestî Wîrʼa kiribûn.


Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, kʼîsikê pʼera cem wî bû û çi ku dikʼetê, ewî jê diçʼopand.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite