Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 7:41 - Peymana Nû (Încîl)

41 «Du deyndarêd yekî hebûn, yek pênsid zîvî deyndarê wî bû, yek jî pêncî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

41 «Du deyndarên deynxwazekî hebûn; yek ji wan bi pênc sed û yê din bi pêncî zîvî deyndar bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

41 «Дӧ дәйндаред йәки һәбун, йәк пенсьд зиви дәйндаре ԝи бу, йәк жи пенщи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

41 عیسی گُت: «مِرُوَگه ژه دو مِرُوا قَر هَبو: له یگه پِنصد دینار، ژه یه دیتِر پِنجَ دینار.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 7:41
17 Referans Kwoze  

Bona vê yekê Ez terʼa dibêjim, gunêd vê ku gelek bûn hatine baxşandinê, lema evê gelek hʼiz kir. Çimkî kʼêrʼa gelek têne baxşandinê, gelek jî hʼiz dike. Lê kʼêrʼa hindik têne baxşandinê, ew hindikî hʼiz dike».


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Lê çaxê ew xulam derkʼet, rʼastî xulam-hevalekî xwe hat ku sed zîvî deyndarê wî bû, dest kire xeneqê û gotê: ‹Tu çiqasî deyndarê min î bide!›


Deynêd me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarêd xwe.


çimkî hʼemûya gune kir û negihîştine rʼûmeta Xwedê.


Û gunêd me bibaxşîne, çimkî em jî dibaxşînine hʼemû deyndarêd xwe û me nebe cêrʼibandinê».


Yan jî ew hʼîjdeh merivêd ku kela Sîlwamê ser wanda kʼet mirin, we tʼirê ewana ji hʼemû binelîyêd Orşelîmê gunekʼartir bûn?


Lê ewê ku ji nezanîya xwe tiştekî hêjayî kʼutanê dike, wê hindikî bê kʼutanê. Kʼêrʼa gelek hatîye dayînê, gelek jî wê jê bê xwestinê û kʼêrʼa gelek hatîye spartinê, cabdarîya wî jî wê gelek be.


Lê Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xurek bidine wan!» Jêrʼa gotin: «Em herʼin bahê dusid zîvî nan bikʼirʼin û wan bidine xwarinê?»


Îsa wîrʼa got: «Şimhʼûn, Ez dixwazim tiştekî terʼa bêjim». Ewî jî got: «Kʼerem ke bêje, dersdar». Îsa got:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite