Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 7:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Û wî bajarîda kʼulfeteke çʼeʼvder hebû. Gava wê bihîst ku Ew mala fêrisîda ser sifrê rʼûniştîye, derdaneke alabastirêyî rʼûnê bînxweş anî,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

37 Û li bajêr jineke gunehkar hebû. Gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî li ser sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş anî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

37 У ԝи бажарида кʼӧлфәтәкә чʼәʼвдәр һәбу. Гава ԝе бьһист кӧ Әԝ мала ферьсида сәр сьфре рʼуньштийә, дәрданәкә алабастьрейи рʼуне бинхԝәш ани,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 ناو وه شَهری دا، ژِنگَگه شُل پیس دِژیا گو وقته بیهیست عیسی ناو مالا اَوه فَریسی دا مِوانَ، آمانَگه مَرمَر، تِژی رونه بِهن خوش، گَل خودا اینا

Gade chapit la Kopi




Lûqa 7:37
18 Referans Kwoze  

Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara bona tʼobeyîyê».


Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê.


Nivîsar e: «Heger yê rʼast wê bi zorekê xilaz be, îdî hʼalê nepʼak û gunekʼara wê çawa be?»


Belê feʼmdarî ye, ku qanûn bona rʼasta nayê dayînê, lê bona neheq û serhʼişka, bona nepʼak û gunekʼara, bona mirʼdarʼ û hʼerama, bona bavkuj û dêkuja, bona mêrkuja,


Lê ewî xercgir dûr sekinîbû, rʼûyê wî nedigirt li eʼzmên jî binihêrʼîya, sîngê xwe dixist û digot: ‹Xwedê, li min gunekʼarî were rʼeʼmê›.


Fêrisîya û qanûnzanêd wan bîna xwe teng kirin û şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima hûn tʼevî xercgir û gunekʼara dixwin û vedixwin?»


lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir.


Eva ew Meryema bû, ya ku rʼûnê bînxweş li Xudan dabû û bi pʼorʼê xwe nigêd Wî paqij kiribûn, ew Lazarê birê wê bû nexweş.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


Em zanin ku Xwedê dengê gunekʼara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê.


Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê rʼast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunekʼar e».


Hʼemûyêd ku ev yek dîtin, bîna xwe teng dikirin û digotin: «Ew bû mêvanê merivekî gunekʼar».


Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, hûn bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›.


Yekî fêrisî hîvî ji Îsa kir, ku tʼevî wî xwarinê bixwe. Ew jî çû mala wî fêrisîyî, ser sifrê rʼûnişt.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite