Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:49 - Peymana Nû (Încîl)

49 Lê ewê xeberêd Min dibihê û naqedîne, mîna merivekî ye, yê ku ser xwelîyê bê hʼîm malê xwerʼa çêdike. Gava çʼem lê dixe, destxweda hildişê, wêran dibe, li ber mîratʼê diçe».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

49 Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

49 Ле әԝе хәбәред Мьн дьбьһе у наԛәдинә, мина мәрьвәки йә, йе кӧ сәр хԝәлийе бе һʼим мале хԝәрʼа чедькә. Гава чʼәм ле дьхә, дәстхԝәда һьлдьше, ԝеран дьбә, ль бәр миратʼе дьчә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

49 بله اَو کَسه گو قِسِت مِن دِبیهیسیت بله اَوان ناینیتَ جی، رَنگه وه مِرُوی دِدَت گو مالَگَ به خیم، سَر عَردی چه گِر. وقته لِمِشته اَو مال اِخِستَ زُره، جیدا هاتَ خاره و وِرانیا وه عَظیم بو.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:49
30 Referans Kwoze  

Îdî ewana çi werʼa bêjin xwey kin û biqedînin, lê mîna wan nekin, çimkî ewana dibêjin, lê nakin.


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.


Û ew xulamê ku xwestina axayê xwe zane û kʼarê xwe nake, ne jî li gora xwestina wî dike, wê gelekî bê kʼutanê.


Hûn çima Minrʼa ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez werʼa dibêjim nakin?


lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, ew dirêj tʼaw nakin. Û gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, zû ji rʼê dikʼevin.


Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.


Bona vê yekê min îdî sebir nekir, Tîmotʼêyo şand, wekî ez haş ji bawerîya we hebim, ku nebe Cêrʼibandkir hûn cêrʼibandibin û cefê me deya herʼe.


Hʼemû kʼinîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înkʼar kin. Min kʼîna wan girtibû, hʼeta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin.


Ez zanim pey çûyîna minrʼa gurêd devxûn wê bikʼevine nava we û hʼeyfa wan wê kêrî neyê.


Lê belê wan neyarêd min jî, kʼîjana nedixwest ez pʼadşatîyê li ser wan bikim, bînine vir, ber çʼeʼvê min wan bikujin›».


Lê bajarvana kʼîna wî girtibû, qasid li pey wî şandin û gotin: ‹Em naxwazin ew pʼadşatîyê li ser me bike›.


Hingê gelekê ji rʼê bikʼevin, nemamîya hevdu bikin û ber çʼeʼvê hev bikʼevin.


Ew mîna merivekî ye, yê ku malê çêdike, eʼrdê dikʼole kʼûr dike, hʼîmê wê li ser kêvir datîne. Û gava lêyî rʼadibe, çʼem li wê malê dixe, ew nahʼeje, çimkî rʼind hatibû çêkirinê.


Gava Îsa ew gotinêd ku wê guhdararʼa bigota xilaz kirin, çû Kefernahûmê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite