Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:47 - Peymana Nû (Încîl)

47 Her kesê ku tê cem Min gotinêd Min dibihê û diqedîne, Ez werʼa bêjim mîna kʼê ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

47 Ez nîşanî we bidim, ka her kesê ku tê ba min û peyvên min dibihîze û wan tîne cih, wek kê ye:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

47 Һәр кәсе кӧ те щәм Мьн готьнед Мьн дьбьһе у дьԛәдинә, Әз ԝәрʼа бежьм мина кʼе йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

47 اَوه گو تِتَ لاره مِن و قِسِت مِن دِبیهیسیت و اَوان تینیتَ جی، اَزه نیشا وَ بِدَم گو رَنگه که دِدَت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:47
30 Referans Kwoze  

Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin».


Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin.


Awa ewê ku zane qencîyê bike û nake, ew jêrʼa gune ye.


Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min».


Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin heger biqedînin.


Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


«Heger yek pey Min bê û Min ji dê û bavê xwe, ji jin û zarʼêd xwe, ji xûşk û birayêd xwe û usa jî ji xwe zeʼftir hʼiz neke, nikare bibe şagirtê Min.


Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e.


Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye.


Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.


Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin.


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Îsa wanrʼa got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet birʼçî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, tʼu car tʼî nabe.


Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.


Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin.


Hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, sed car ber dan». Gava ev yek got, kire gazî: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê!»


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Hingê cihûya jêrʼa got: «Îdî em zanin ku Tu cina dikʼevî! Birahîm jî mir, pʼêxember jî mirin û niha Tu dibêjî: ‹Heger yek gotina Min xwey ke, tʼu car namire›.


Ew mîna merivekî ye, yê ku malê çêdike, eʼrdê dikʼole kʼûr dike, hʼîmê wê li ser kêvir datîne. Û gava lêyî rʼadibe, çʼem li wê malê dixe, ew nahʼeje, çimkî rʼind hatibû çêkirinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite