Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Lê Ez werʼa, yêd ku dibihên dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin, xêrnexwazêd xwerʼa qencîyê bikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

27 «Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Ле Әз ԝәрʼа, йед кӧ дьбьһен дьбежьм, дьжмьнед хԝә һʼьз бькьн, хернәхԝазед хԝәрʼа ԛәнщийе бькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 «بله اَی اون اَونه گو قِسِت مِن دِبیهیسِن، اَز دِبِژِمَ وَ: هَژَ دُژمِنِت خو بِگَن و بُ اَوان گو ژه وَ نَفرَت هَنَ، باشیتیه بِگَن.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:27
22 Referans Kwoze  

Haş ji xwe hebin, nebe ku yek ji ber xirabîyêva xirabîyê bike, lê her gav ser nêta qencîyê bin, hin bona hev, hin jî bona hʼemûya.


Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Îsa wanrʼa got: «Dîna xwe bidine tiştêd ku hûn dibihên. Hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê werʼa bê pîvanê û serda jî wê hê zêde be.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanarʼa gune hʼesab neke». Aha ku got, hênijî.


Hingê Îsa got: «Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin». Ser kʼincêd Wî pʼeşk avîtin wekî nava xweda bela kin.


Awa dîna xwe bidinê ku hûn çawa dibihên, çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û kʼêrʼa ku tʼune, ewê ku wî tʼirê heye jî, wê jê bê standinê».


Û tʼoximêd kʼetine nav eʼrdê qenc ew in, yêd ku bi dilê sax û qenc xeberê dibihên, dilê xweda xwey dikin û bi sebir berê xwe didin.


Hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, sed car ber dan». Gava ev yek got, kire gazî: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê!»


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Lê Pawlos bi dengê bilind kire gazî û got: «Tʼu zîyanê nede eʼmirê xwe, em hʼemû jî vira ne!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite