Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Îsa berê Xwe da şagirtêd Xwe û got: «Xwezî li we feqîra, çimkî Pʼadşatîya Xwedê ya we ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Îcar Îsa çavên xwe ber bi şagirtên xwe ve hildan û got: «Xwezî bi we belengazan, Çimkî Padîşahiya Xwedê ya we ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Иса бәре Хԝә да шагьртед Хԝә у гот: «Хԝәзи ль ԝә фәԛира, чьмки Пʼадшатийа Хԝәде йа ԝә йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 هِنگه عیسی بَرخودا شاگِردِت خو و گُت: «خَنیَگه حاله وَ گو اون فقیر و ژارِن، چون گو پادشاهیا خدا یا وَیَ.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:20
35 Referans Kwoze  

Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.


Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin.


Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in.


em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Ev yek îzbat dike, ku dîwana Xwedê rʼast e. Û bi vî awayî hûnê hêjayî Pʼadşatîya Xwedê bin, bona kʼîjanê jî hûn wan teʼlî-tengîya dibînin.


Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.


Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêrʼibandinê û nava kʼesîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merʼdanîyê.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Gava ji hazira yekî ev yek bihîst, Wîrʼa got: «Xwezî li wî, ku Pʼadşatîya Xwedêda nên bixwe».


Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana, gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û hʼemû pʼêxembera Pʼadşatîya Xwedêda bibînin, xwe jî derva avîtî.


«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê.


Lê Birahîm gotê: ‹Lawo! Bîne bîra xwe, ku te qencîyêd pʼara xwe nav zemanê eʼmirê xweda standine, lê Lazar zelûlî kʼişandîye. Niha jî dilê wî li vir rʼihʼet e, lê tu nava cefada yî.


Çaxê Îsa eʼlalet dît, hilkʼişîya çʼîyê, rʼûnişt û şagirtêd Wî hatine cem Wî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite