Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Çaxê sibeh zelal bû, Ewî gazî şagirtêd Xwe kirin û donzdeh meriv ji nav wan bijartin, ku navêd wan jî «şandî» danî:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Û gava bû roj, wî gazî şagirtên xwe kir û diwanzdeh ji wan hilbijartin. Wî ji wan re «Şandî» got:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Чахе сьбәһ зәлал бу, Әԝи гази шагьртед Хԝә кьрьн у донздәһ мәрьв жь нав ԝан бьжартьн, кӧ навед ԝан жи «шанди» дани:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 سِبیزو گاز شاگِردِت خو گِر و ناو واندا دانزدَه مِرُو بِژارتِن و ناوه وان دانا رسول:

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:13
20 Referans Kwoze  

Donzdeh hʼîmêd sûra bajêr hebûn, li ser wan her donzdeha navêd her donzdeh şandîyêd Berx nivîsar bûn.


Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Û şandî vegerʼîyane cem Îsa, hʼemû tiştêd ku kiribûn û hîn kiribûn jêrʼa gotin.


Wî her donzdeh gazî cem Xwe kirin, destpêkir ew cot-cot şandin û hʼukumê li ser rʼuhʼêd hʼeramrʼa da wan.


Gava Ewî eʼlalet dît, gunê Wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, berʼedayî û belabûyî bûn.


Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda.


Hingê nîşaneke mezin eʼzmênda xuya bû: Kʼulfetekê rʼo li xwe wergirtibû, hîv binê pʼîyada û tʼacekî ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû.


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Hûn ser wî rʼikʼinê şandîya û pʼêxembera avakirî ne, kevirê eʼnîşka kʼîjanî Mesîh Îsa Xwexa ye.


Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.


wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.


Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Navê her donzdeh şandîya ev in: Yê pêşin Şimhʼûn, ku Petrûs tê gotinê û birê wî Endrawis, Aqûbê Zebedî û birê wî Yûhʼenna,


Şimhʼûnê ku navê wî danî Petrûs û birê wî Endrawis, Aqûb û Yûhʼenna, Fîlîpo û Bertolomeyo,


Şagirta ji hevdu pirsî: «Gelo kesekî jêrʼa xwarin anîye?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite