Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 6:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Wan rʼojada Îsa çû serê çʼîyê, ku dua bike û tʼemamîya şevê ber Xwedê bi dua derbaz kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Di wan rojan de Îsa çû çiyê, da ku dua bike. Wî tevahiya şevê bi duakirina li ber Xwedê derbas kir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Ԝан рʼожада Иса чу сәре чʼийе, кӧ дӧа бькә у тʼәмамийа шәве бәр Хԝәде бь дӧа дәрбаз кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 یگَ وان رُژا، عیسی بُ دعا گِرِنه چو بُ چییا و شَو بِ عِبادَت گِرِنا خدا گِرَ سِبیزو.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 6:12
23 Referans Kwoze  

Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê.


Pey verʼêkirinêrʼa rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike.


Qereberbanga sibehê rʼabû, derkʼet çû cîkî xewle û wir dua kir.


Her gav xwe bidine dua, duakirinêda hʼişyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin.


Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Çaxê Îsa eʼlalet dît, hilkʼişîya çʼîyê, rʼûnişt û şagirtêd Wî hatine cem Wî.


Îsa hilkʼişîya çʼîyê û merivêd ku Wî dixwestin gazî cem Xwe kirin. Ew jî çûne cem Wî.


Lê Ewî Xwe li cîyê xewle digirt û dua dikir.


Hingê wana ji hêrsa xwe dixwar, nav hevda dişêwirîn, ku çi bînine serê Îsa.


Ew bi tʼevî wan berjêr bû hat, rʼastekê sekinî. Li wê derê kʼomeke şagirtaye mezin û cimeʼteke giran ji tʼemamîya Cihûstanê, Orşelîmê û ji devê beʼra Sûrê û Saydê civîyayî bûn.


Carekê Îsa bi tʼenê tʼevî şagirtêd Xwe dua dikir, ji wan pirsî: «Bi tʼexmîna cimeʼtê Ez kʼî me?»


Pey vê xeberdanêrʼa weke hʼeftêkê şûnda, Îsa Petrûs, Yûhʼenna û Aqûb hildan çûne serê çʼîyê ku dua bikin.


Gava Îsa dua dikir, rʼengê rʼûyê Wî hate guhastinê, kʼincêd Wî çîl-qerqaş bûn, biriqîn.


Îsa rʼabû serê çʼîyê û li wê derê tʼevî şagirtêd Xwe rʼûnişt.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite