Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 5:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wan rʼojada wê rʼojî bigirin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

35 Lê rojên ku zava wê ji nav wan bê standin wê bên. Hingê di wan rojan de ewê rojiyê bigirin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

35 Ле рʼоже бен, гава зәʼва жь ԝан бе һьлдане, һьнге ԝан рʼожада ԝе рʼожи бьгьрьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 بله اَو رُژ دیه بِن گو زاوا له وان دیه بِتَ اِستاندِن. هِنگه وان رُژادا دیه رُژیا بِگِرِن.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 5:35
23 Referans Kwoze  

Û şagirtêd Xwerʼa got: «Wê rʼojê bên, ku hûnê hʼizreta rʼojeke Kurʼê Mêriv bin, lê nabînin.


Dixebitîm, diçerçirîm, gelek cara xewê şeva nedikir, tʼî-birʼçî, gelek cara bê nan, sermê û bêsitʼarîyêda bûm.


Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we.


Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Lazim e Ew li eʼzmên bimîne, hʼeta ku Xwedê her tiştî nû çêke, çawa ku hê berê pêşda Xwedê bi devê pʼêxemberêd Xweye pîroz gotibû.


Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart.


Ez ji Bavê qetîyam û hatime dinyayê. Dîsa Ez dinyayê dihêlim û diçime cem Bavê».


Lawno! Ez gelek wext tʼevî we namînim. Hûnê li Min bigerʼin, lê niha Ez werʼa dibêjim, çawa ku Min cihûyarʼa jî got, hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ez diçimê.


Feqîrê her gav tʼevî we bin, lê Ezê her gav tʼevî we nîbim».


Îsa gote wan: «Qet dibe ku xwendîyêd deʼwatê şînê bikin, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojî bigirin.


Lê rʼoj wê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojê wê rʼojî bigirin.


Ewî jî gote wan: «Hûn dikarin bêjine xwendîyêd deʼwatê: ‹Rʼojî bigirin›, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e?


Ewî meselek jî wanrʼa got: «Kesek ji pʼarçʼê nû nabirʼe û kʼinca kevin pʼîne nake. Heger usa bike, hin pʼarçʼê nû diqelêşe, hin jî kevin û nû li hev nakin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite