Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 5:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Gava Îsa bajarekîda bû, li wir merivekî serdapêda kʼotî hebû. Çaxê ewî Îsa dît, xwe deverʼûya avît jê lava kir û got: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Gava ku ew li nav bajarekî ji bajaran bû, li wir mirovek hebû ku bedena wî hemû kotî bû. Gava wî Îsa dît, xwe deverû avêt erdê, jê lava kir û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Гава Иса бажарәкида бу, ль ԝьр мәрьвәки сәрдапеда кʼоти һәбу. Чахе әԝи Иса дит, хԝә дәвәрʼуйа авит же лава кьр у гот: «Хӧдан! Һәгәр бьхԝази, Тӧ дькари мьн паԛьж ки».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 رُژَگه دیتِر گو عیسی ناو یگَ وان شَهرادا بو، مِرُوَگ هات گو جذامه تواوی بَدَنا وی گِرته بو. وقته اَوی عیسی دیت، حَتا سَر عَردی خو خار گِر و بِ لاواهیا گُت: «آغایه مِن، هَگو تِ هَز گَی تِ دِگاری شفایه بِدَی مِن.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 5:12
27 Referans Kwoze  

Ewî xwe deverʼû avîte ber nigêd Îsa û rʼazîbûn dida Wî. Ew samerî bû.


Gava ku gihîştine malê, ew her du kor hatine cem Wî. Îsa ji wan pirsî û got: «Hûn bawer dikin, ku Ez dikarim alî we bikim?» Wana got: «Belê Xudan».


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda bû,


gelek rʼeca jê kir û got: «Qîzika min li ber mirinê ye. Were û destêd Xwe dayne ser wê, ku qenc be û bijî».


Û Îsa destê Xwe dirêj kirê, lê kʼet û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda kʼotîbûn jê çû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite