Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 5:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Carekê Îsa li ber gola Cênîsartê sekinîbû û eʼlaletê dora Wî girt, ku xebera Xwedê bibihê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Rojekê gava Îsa li ber perê Gola Cênîsartê sekinîbû, elalet li wî teng dikir, da ku gotina Xwedê bibihîzin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Щарәке Иса ль бәр гола Щенисарте сәкьнибу у әʼлаләте дора Ԝи гьрт, кӧ хәбәра Хԝәде бьбьһе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 رُژَگه گو عیسی بَ لِوا گُلا جِنیسارِته راوَستا بو و جَماعَـت همو آلیادا دُرا وی خِر بِبون و فِشار تینانه گو کلاما خدا بِبیهیسِن،

Gade chapit la Kopi




Lûqa 5:1
21 Referans Kwoze  

Û Îsa ji dest eʼlaletê şagirtêd Xwerʼa got, ku Wîrʼa qeyikekê hazir kin, wekî nekʼeve li ber deʼfa.


Gava ew derbazî wî berî golê bûn, li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê.


Ew derbazî wî berî golê bûn û li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê, qeyîk cî kirin.


Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin.


Wî çaxî, gava bi hʼezara merî civîyan, usa ku ser hevrʼa derbaz dibûn, Ewî pêşîyê destpêkir şagirtêd Xwerʼa got: «Hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya bikin, Ez tînime ser durʼûtîya wan.


Îsa rʼabû tʼevî wî çû. Eʼlaleteke giran pey Wî diçû û tengasî didane Wî.


Îsa got: «Ew kʼî bû ku li Min kʼet?» Gava hʼemûya înkʼar kir, Petrûs got: «Mamosta, eʼlalet Te deʼf dide, tengasîyê dide Te».


Îsa dîsa li devê golê dest bi hînkirinê kir. Eʼlaleteke usa mezin li dora Wî civîya, kʼerba Ew kʼete qeyika li ser golê û rʼûnişt. Tʼemamîya eʼlaletê li devê golê bû


Û Ewî du qeyik devê golê dîtin, meʼsîgir ji wan derkʼetibûn û tʼorʼêd xwe dişûştin.


Rʼojekê Îsa şagirtêd Xweva kʼete qeyikê û gote wan: «Em derbazî wî berî golê bin». Û rʼêkʼetin.


Gava qeyikêda diçûn, Ew xewrʼa çû. Û firtonek li golê rʼabû, qeyik tʼijî av dibû, ew qezîyêda bûn.


Û cin ji nav wî merivî derkʼetin, çûn kʼetine nava beraza û ew sûrî jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê xeniqîn.


Ji wan her duya, yêd ku ji Yûhʼenna bihîstin û pey Îsa çûn, yek Endrawisê birê Şimhʼûn-Petrûs bû.


Pey vê yekêrʼa Îsa derbazî wî berî gola Celîlê bû, ku jêrʼa Teberîya dibêjin.


Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite