Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 3:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmên hat û got: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 у Рʼӧһʼе Пироз бь бәдәни мина кәвоткәке сәр Ԝи дани у дәнгәк жь әʼзмен һат у гот: «Тӧ кӧрʼе Мьни дәлал и, кӧ Әз жь Тә рʼази мә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 و رِحا مُقدسا خدا بِ شِکله جسمانی، وَگو گُترَگه سَر وی رونِشت و دَنگَک ژه اَسمانی هات گو «تِ گوره مِن یه عزیزی و اَز ژه تَ راضیمَ.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 3:22
21 Referans Kwoze  

Yûhʼenna eva şeʼdetîya da û got: «Min dît ku Rʼuhʼ ji eʼzmên mîna kevotkekê hat ser Wî danî û ma.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».


Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.


«Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke.


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Ewî destpêkir wanarʼa got: «Eva nivîsara îro hate sêrî, gava we bihîst».


Gumana Xwe danî ser Xwedê, de bira niha Wî xilaz ke, heger Xwedê ji Wî rʼazî ye, çimkî got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›».


Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûhʼenna, ku ji wî bê nixumandinê.


Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derkʼet, nişkêva eʼzman vebûn û ewî dît ku Rʼuhʼê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî.


Û wan rʼojada Îsa ji bajarê Nisreta Celîlê hat û bi destê Yûhʼenna çʼemê Ûrdunêda hate nixumandinê.


Û dengek ji eʼzmana hat û got: «Tu Kurʼê Minî delal î Ez ji Te rʼazî me».


Wê gavê eʼwrek derkʼet li ser wan kire sî û dengek ji eʼwr hat: «Ev e Kurʼê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!»


«Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye».


Û Bav ku Ez şandime, Wî Xwexa bona Min şeʼdetî daye. We tʼu car ne dengê Wî bihîstîye, ne rʼûyê Wî dîtîye


Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite