Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 3:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Ewî li wan vegerʼand û got: «Du dest kʼincê kʼê hene, bira yekî bide wî, yê kʼê ku tʼune û xurekê kʼê heye, bira dîsa usa bike».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Wî li wan vegerand û got: «Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wisa bike.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әԝи ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Дӧ дәст кʼьнще кʼе һәнә, бьра йәки бьдә ԝи, йе кʼе кӧ тʼӧнә у хӧрәке кʼе һәйә, бьра диса ӧса бькә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 یحیا جیواب دا: «اَو کَسه گو دو گِراس هَیَ، یگه بِدَتَ اَوه گو چِنینَ و اَو کَسه گو رِسق هَیَ ژی هَ وه شُله بِگَت.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 3:11
22 Referans Kwoze  

Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?


Bira qencîya bikin, bi kirinêd qenc dewletî bin, merʼd bin û pʼarevekirinêrʼa jî hazir.


Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were».


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


Awa bi çiva tʼas û fîncanêd we tʼijî ne, bi wan xwerʼa xêra bikin û her tiştê werʼa hʼelal be.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.


û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn.


Ewî ku li wî nihêrʼî, saw kʼete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyakʼet gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake.


Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.


Kʼîsikê pʼera ku cem Cihûda bû, lema hineka tʼirê, ku Îsa wîrʼa dibêje: «Tiştêd ku cejinêda merʼa lazim in bikʼirʼe», yan jî «tiştekî bide belengaza».


Lê Zexayo pêş hʼemûyava sekinî û gote Xudan: «Xudan, ez va nîvê hebûka xwe didime feqîra û min neheqî kʼê jî kiribe, ezê çar car lê vegerʼînim».


Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî.


Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku bawerîya wî heye, lê kirêd wî tʼunebin? Gelo eva bawerîya dikare wî xilaz ke?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite