Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 24:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Ew ne li vir e, Ew ji mirinê rʼabûye. Bînine bîra xwe, ku çaxê hê Celîlêda bû, çi werʼa got:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Ew ne li vê derê ye, ew rabûye. Bînin bîra xwe, çaxê ku ew hê li Celîlê bû, wî çi ji we re digot:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Әԝ нә ль вьр ә, Әԝ жь мьрьне рʼабуйә. Биньнә бира хԝә, кӧ чахе һе Щәлиледа бу, чь ԝәрʼа гот:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 اَو اِرَ نینَ، بَلگو ساخ بویَ! بیننَ بیراخو، وقته گو هِشتا جلیله دا بو، چه گُتَ وَ،

Gade chapit la Kopi




Lûqa 24:6
19 Referans Kwoze  

Û ewî got: «Kurʼê Mêriv gerekê gelekî cefa bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirin û kuştinê, lê rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».


Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Ew ne li vir e, çimkî Ew ji mirinê rʼabûye, çawa ku Ewî gotibû. Werin wî cîyê ku Ew pʼaldayî bû bibînin.


«Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva».


û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.


Pey wê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwerʼa eʼyan kir ku gerekê Ew herʼe Orşelîmê, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada gelek cefa bikʼişîne û bê kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.


Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne.


Lê ewî wanrʼa got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê rʼabûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû.


Û gava kʼulfet ji tirsa kʼetine ser rʼûyê xwe, wan meriva wanrʼa got: «Hûn çima li Yê sax nava mirîyada digerʼin?


gotin: «Rʼastî Xudan sax bûye û Şimhʼûnva xuya bûye!»


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Gelo nayê bîra we, gava ezî hê cem we bûm, min ev tiştana werʼa digotin?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite