Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 24:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Lê gava Ew tʼevî wan ser sifrê rʼûnişt, nan hilda, şikirîya Xwe ji Xwedê anî, kerkir da wan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 Û gava ew bi wan re li ser sifrê rûnişt, wî rahişt nên, şikir kir, şikand û da wan.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 Ле гава Әԝ тʼәви ԝан сәр сьфре рʼуньшт, нан һьлда, шькьрийа Хԝә жь Хԝәде ани, кәркьр да ԝан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 وقته گَل وان سَر سِرفِگه رونِشته بو، نان راگِر و شُکُر گِر، پاشه گَر گِر و دا وان.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 24:30
14 Referans Kwoze  

Îsa eʼmir kir ku eʼlalet li ser şînayîyê rʼûnên. Ewî her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da eʼlaletê.


Paşê wan her duya gilî kir, ku çawa rʼêda rʼastî Wî hatin û çaxê Wî nan kerkir, Ew nas kirin.


Ewî ew pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, kerkir û da şagirta, ku belayî eʼlaletê kin.


Ewî her hʼeft nan û ew meʼsî hildan şikirî da û kerkirin. Paşê dane şagirta, şagirta jî dane eʼlaletê.


Û gava ev yek got, nan hilda li ber hʼemûya şikirîya xwe Xwedê anî, kerkir û destpêkir xwar.


Hingê Îsa ew nan hildan şikirî da û belayî rʼûniştîya kir. Bi vî awayî jî meʼsî bela kirin, çiqas ku xwestin.


Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».


Gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin! Eva bedena Min e».


Hingê eʼmir kir ku eʼlalet ser eʼrdê rʼûnê. Ewî ew hʼeft nan hildan şikirî da, ew kerkirin û paşê dane şagirtêd Xwe, ku daynine ber eʼlaletê. Wana ew danîne ber wan.


Îsa her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber eʼlaletê. Û her du meʼsî jî li hʼemûya bela kir.


Awa gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin bixwin. Eva bedena Min e».


Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, rʼo çûye ava». Û Ew çû hindurʼ, ku li cem wan bimîne.


Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin.


Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite