Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 23:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Gava pê hʼesîya, ku Ew bin hʼukumê Hêrodesda ye, Ew şande cem Hêrodes, ku ew jî wan rʼojada hatibû Orşelîmê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Gava ew hîn bû ku ew ji wê dera ku di bin hukumdariya Hêrodês de ye, wî ew şand ba Hêrodês. Hêrodês bi xwe jî di wan rojan de li Orşelîmê bû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Гава пе һʼәсийа, кӧ Әԝ бьн һʼӧкӧме Һеродәсда йә, Әԝ шандә щәм Һеродәс, кӧ әԝ жи ԝан рʼожада һатьбу Оршәлиме.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 و وقته زانی گو عیسی بِن حُکمداریا هیرودیسه حاکِم دایَ، اَو رِگِرَ لاره وی، چون گو هیرودیس هِنگه شَهره اورشلیمه دا بو.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 23:7
9 Referans Kwoze  

Panzdeh salîya pʼadşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû,


Wê demê çend fêrisî hatin û Wîrʼa gotin: «Rʼabe ji vir herʼe, çimkî Hêrodes dixwaze Te bikuje».


Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst,


Çimkî Hêrodes Yûhʼenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rʼûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda.


Gava rʼoja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan rʼeqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat.


Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derkʼetibû. Hineka digot: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê».


Awa Hêrodesê serwêr bona hʼemû kirinêd Îsa bihîst û tʼevîhev bû, çimkî hineka digot: «Eva Yûhʼenna ye, ji nav mirîya rʼabûye»


Gava Pîlato bona Celîlê bihîst, pirsî: «Ev meriva ji Celîlê ye?»


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite