Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 23:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Lê ewana ser ya xwe man û gotin: «Evî merivî nava tʼemamîya Cihûstanê, ji Celîlê destpêkirî hʼeta vira, cimeʼt bi hînkirina Xweva tʼevîhev kirîye».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Lê ew li ser ya xwe man û gotin: «Vî mirovî milet li seranserê Cihûstanê, ji Celîlê û heta vir bi hînkirina xwe rakiriye ser lingan.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ле әԝана сәр йа хԝә ман у готьн: «Әви мәрьви нава тʼәмамийа Щьһустане, жь Щәлиле дәстпекьри һʼәта вьра, щьмәʼт бь һинкьрьна Хԝәва тʼәвиһәв кьрийә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بله اَوان مِجِد دِگُت: «اَو ناو تواوی یهودیه، ژه حَریما جلیله گِرتی حَتا هَ اِرَ خلقه بِ دَرس دایینا خو تحریک دِگَت.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 23:5
24 Referans Kwoze  

Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.


Rʼoja dinê Îsa qirar kir ku herʼe Celîlê. Wî Fîlîpo dît û jêrʼa got: «Pey min were!»


Pey girtina Yûhʼennarʼa Îsa çû qeza Celîlê û dest bi dannasînîya Mizgînîya Xwedê kir


Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin.


Gava şerʼ-deʼw zêde bû, serhʼezar tirsîya ku ew Pawlos qet-qetî kin, eʼmirî eskera kir ku herʼine jêrê ewî ji nav wan bigirin bibine eskerxanê.


Usa jî zanin ji Celîlê girtî tʼemamîya Cihûstanêda çi qewimî, pey wê nixumandinêrʼa, ya ku Yûhʼenna dannasîn kir,


Wî çaxî wana kire qîrʼîn û guhêd xwe girtin, hʼemû hevrʼa rʼahiştine wî,


Gava ev tişt dibihîstin, hewa wan dikʼet û diranêd xwe ser wî diçʼirʼikandin.


Gava wana ev yek bihîst, gelekî hêrs kʼetin û dixwestin wan bikujin.


Lê wana kire qîrʼîn: «Wî bibe, Wî bibe! Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Pʼadşê we xaç kim?» Serekêd kʼahîna lê vegerʼandin: «Pêştirî Qeyser pʼadşakî din bona me tʼune!»


Li wî vegerʼandin û gotin: «Dibe ku tu jî ji Celîlê yî? Kʼûr eʼnene ke, tê bibînî ku ji Celîlê tʼu pʼêxember dernakʼevin».


Hineka jî got: «Eva Mesîh e», lê hinekêd din jî gotin: «Çima Mesîhê ji Celîlê bê?


Lê ewana bi dengê bilind ser ya xwe bûn û dixwestin ku Ew bê xaçkirinê. Sewta wan serkʼet.


Û gava Ew rʼabû ku herʼe, qanûnzan û fêrisî qilqilîn, bona gelek tişta Wîrʼa kʼetine deʼwê.


Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».


Gava Îsa Beytlehʼma Cihûstanêda, rʼojêd pʼadşatîya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rʼohilatê hatine Orşelîmê


Çaxê Îsa tʼemîyêd ku dane her donzdeh şagirtêd Xwe xilaz kirin, ji wî cîyî çû nav bajarêd wan, ku hîn ke û dannasîn ke.


Gava Pîlato bona Celîlê bihîst, pirsî: «Ev meriva ji Celîlê ye?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite