Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 21:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Îsa rʼojê pʼaristgehêda hîn dikir, lê şevê diçû serê wî çʼîyayî dima, ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

37 Îsa bi roj di Perestgehê de hîn dikir û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin û şeva xwe dibihûrand.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

37 Иса рʼоже пʼарьстгәһеда һин дькьр, ле шәве дьчу сәре ԝи чʼийайи дьма, кӧ жерʼа дьготьн чʼийайе Зәйтʼуне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 عیسی همو رُژه معبده دا دَرس دِدا، بله شَوه شَهری دا دَردِکَوت و سَر چییایه گو ناودَنگ بِ چییایه زَیتونه بو شَو دِگِرَ سِبیزو.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 21:37
15 Referans Kwoze  

Û Îsa li gora eʼdetê Xwe rʼabû çû çʼîyayê Zeytʼûnê, şagirtêd Wî jî li pey çûn.


Gava ku rʼo çû ava, Ew ji bajêr derkʼetin.


Wê gavê Îsa eʼlaletêrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin? Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda rʼûdiniştim Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim.


Û Ewî ew li wir hiştin, ji bajêr derkʼet, çû Beytanyayê û şev li wir ma.


Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, çʼîyayê Zeytʼûnê. Hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin


Hingê ewana ji çʼîyayê Zeytʼûnê vegerʼîyane Orşelîmê, ku rʼîya rʼojeke şemîyê dûrî Orşelîmê bû.


Şeş rʼoj berî Cejina Derbazbûnê, Îsa hate Beytanyayê, wî cîyê ku Lazar lê dima, yê ku Îsa ew ji nav mirîya rʼakiribû.


Û gava Ew nêzîkî pʼêberjêrê çʼîyayê Zeytʼûnê bû, tʼemamîya kʼoma şagirta destpêkirin şa dibûn û bi dengê bilind bona hʼemû kʼeremetêd ku dîtibûn şikirî didane Xwedê


Rʼoja dinê, gava ew ji Beytanyayê derdikʼetin, Îsa birʼçî bû.


Paşê wana zebûrek stira, derkʼetin çûne çʼîyayê Zeytʼûnê.


Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda bûm Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim. Lê bona ku nivîsar bêne sêrî, ev yek qewimî».


Û gava nêzîkî gundêd Beytfacê û Beytanyayê bû, wî cîyê ku jêrʼa digotin çʼîyayê Zeytʼûnê, hingê du şagirtêd Xwe şandin


Û her rʼoj pʼaristgehêda hîn dikir, lê serekêd kʼahîna, qanûnzan û giregirêd cimeʼtê pey kʼetibûn, ku çawa Wî bikujin.


Cihûda jî yê ku wê nemamîya Wî bikira ew cî zanibû, çimkî Îsa û şagirtêd Xweva gelek cara li wê derê dicivîyan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite