Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 21:36 - Peymana Nû (Încîl)

36 Hʼişyar bimînin û her gav dua bikin, wekî hûn bikaribin ji wan hʼemû tiştêd ku wê biqewimin birʼevin-xilaz bin û li ber Kurʼê Mêriv rʼûspî bisekinin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

36 Lê herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên ku wê bibin, birevin û li ber Kurê Mirov rawestin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

36 Һʼьшйар бьминьн у һәр гав дӧа бькьн, ԝәки һун бькарьбьн жь ԝан һʼәму тьштед кӧ ԝе бьԛәԝьмьн бьрʼәвьн-хьлаз бьн у ль бәр Кӧрʼе Мерьв рʼуспи бьсәкьньн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

36 بَجا هَمِشَ هیشیار بِن و دعایه بِگَن گو اون بِگارِن ژه تواوی وان دِشدانَ گو قِرارَ گَلَک زو بِقَوِمِن، اَمانه دا بِن و حُضورا گوره انسان دا راوَستِن.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 21:36
34 Referans Kwoze  

Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê.


Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kʼîjan rʼojê bê.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


Hʼişyar bimînin, bawerîyêda hʼîmgirtî bin, eʼgît bin, bişidin,


Îsa meselek bona wê yekê şagirtarʼa got, wekî her gav dua bikin û aciz nebin


Haş ji xwe hebin! Hʼişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kʼengê wextê pêrʼa bigihîje.


Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,


Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e».


Ez çi werʼa dibêjim, hʼemûyarʼa dibêjim: Hʼişyar bimînin!»


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


Her gav xwe bidine dua, duakirinêda hʼişyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin.


Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.


Lê ewêd ku hêjayî wê dinê bin û bigihîjine rʼabûna mirîya, ne wê bizewicin û ne jî mêr kin.


Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».


Lê vê yekê bizanibin. Heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan dema şevê bihata, wê hʼişyar bima û nehişta ku mala wî derevekira.


Bona vê yekê hûn jî hazir bin, çimkî Kurʼê Mêriv wê sihʼeteke usada bê, ku hûn ne çʼeʼvnihêrʼî ne.


Milyakʼet lê vegerʼand û gotê: «Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim. Û ez hatime şandinê, ku terʼa bêjim û vê mizgînîyê bidime te.


Çimkî ew rʼojê mîna tʼelê bê serê hʼemû merivêd li ser dinê.


Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rʼakir, wê me jî tʼevî Îsa ji mirinê rʼake û me tʼevî we ber xwe bide sekinandinê.


Çimkî rʼoja xezeba wane mezin hat û kʼî dikare teyax ke?»


Pey vê yekêrʼa min dîna xwe dayê, va eʼlaleteke usa mezin, ku tʼu kesî nikaribû bijimarta ji her miletî, ji her berekê, ji her cimeʼtê û ji her zimanî li ber tʼext û wî Berxî sekinî bûn. Çuxêd çîle-qerqaş li wan bûn û çʼiqilêd xurma jî destêd wanda bûn,


Hingê min ew her hʼeft milyakʼetêd ku li ber Xwedê sekinîbûn dîtin, wanrʼa hʼeft borʼî hatine dayînê.


Evana ew her du darêd zeytʼûnê û her du şemdan in, yêd ku li ber Xudanê dinyayê disekinin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite