Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 2:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Milyakʼetê Xudan wanva xuya bû û rʼûmeta Xudan dora wan şewq da, ew gelekî tirsîyan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Мьлйакʼәте Хӧдан ԝанва хӧйа бу у рʼумәта Хӧдан дора ԝан шәԝԛ да, әԝ гәләки тьрсийан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 نِشگادا میلیاکَتَگ ژه آلیه خاده خو نیشا وان دا و شُکوه و جلالا خاده دُر تا دُرا وان روناهی گِر. شُوان گَلَک تِرسیان،

Gade chapit la Kopi




Lûqa 2:9
27 Referans Kwoze  

Awa em hʼemû jî rʼûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rʼûmeta Xudan vedigerʼînin û em bi derecêd rʼûmet bi rʼûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîkʼarîya Xudan e, ku xwexa Rʼuhʼ e.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî din ji eʼzmên dihate xwarê. Ew xweyê hʼukumê mezin bû û ji dîndara wî rʼûyê eʼrdê rʼonayî bû.


Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyakʼetekî wî Xwedêyê ku ez pʼara Wî me û Wî dihʼebînim, minva xuya bû


Lê milyakʼetekî Xudan wê şevê dergehêd kelê vekirin, ew derxistine derva û gote wan:


Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da.


Gava ewana hê bona vê yekê metʼelmayî mabûn, nişkêva du merî bi kʼincê nûranî li ber wan sekinîn.


Hingê min tʼextekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rʼûniştibû. Eʼrd û eʼzman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan kʼifş nebû.


Ev dîtina ber çʼeʼva usa saw bû, hʼeta ku Mûsa jî got: «Ez ditirsim û dilerizim».


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Nişkêva milyakʼetekî Xudan ber sekinî, rʼonayê wî cîyî şewq da û niçʼande kʼêleka Petrûs, ew hʼişyar kir û gotê: «Zû rʼabe». Zincîr ji destêd wî kʼetin.


Milyakʼet wêva xuya bû û gotê: «Silav li te qîzika kʼerem lê bûyîyê, Xudan tʼevî te ye».


Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e.


Li wir çolê şivan hebûn, ku wê şevê xweyîtîya kerîyê pezêd xwe dikirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite