Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 2:49 - Peymana Nû (Încîl)

49 Ewî wanrʼa got: «Hûn çima li Min digerʼîyan? We nizanibû gerekê Ez mala Bavê Xweda bim?»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

49 Wî ji wan re got: «Çima hûn li min geriyan? Ma we nizanibû ku divê ez li mala Bavê xwe bim?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

49 Әԝи ԝанрʼа гот: «Һун чьма ль Мьн дьгәрʼийан? Ԝә ньзаньбу гәрәке Әз мала Баве Хԝәда бьм?»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

49 بله عیسی گُتَ وان: «اون بُچی دوو مِن دِگَریان؟ ما وَ نَدِزانی گو اَز دِبی مالا بابه خودا بِم؟»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 2:49
11 Referans Kwoze  

Çimkî Ez ji eʼzmên hatime xwarê, ne ku xwestina Xwe bikim, lê xwestina Wî, Yê ku Ez şandime.


Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim».


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Gava dê û bavê Wî ew dîtin, hʼeyîrîn û dîya Wî jêrʼa got: «Lawo! Te çima usa serê me kir? Ez û bavê te kʼel-bîn li Te digerʼîyan».


Hingê Îsa li wan vegerʼand û got: «Bavê Min hʼeta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim».


Îsa kʼete pʼaristgehê û hʼemûyêd ku pʼaristgehêda tʼucaretî dikirin derxistin. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin


Hʼeta ku rʼoj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê tʼu kesê nikaribe tiştekî bike.


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite