Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 «Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 «Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 «Шькьр Хԝәдейе Һәри Жорьнрʼа, әʼдьлайи сәр дьне ԝан мәрьварʼа, жь кʼижана Хԝәде рʼази йә».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 «شُکوه و جلال بُ خدا ناو عَرشه اَسمانا، و آشتی و سِلامتی بُ وان مِرُوه سَر رویه عَردی گو خدا ژه وان راضیَ.»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 2:14
36 Referans Kwoze  

Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


û digotin: «Bimbarek e ew Pʼadşayê ku bi navê Xudan tê! Eʼdilayî li eʼzmên û şikirî li Yê Herî Jorin!»


û bi Wî her tiştî tʼevî Xwe li hev bîne, heger li ser eʼrdê be, yan jî li eʼzmana be, bi wê xûna Wîye ser xaçê rʼijîyayî eʼdilayîyê bike.


wekî yêd ku teʼrîstanîyê û bin sîya mirinêda dimînin rʼonayî ke û nigêd me dayne ser rʼîya eʼdilayîyê».


Min bihîst ku her eʼfirînêd li eʼzmên, li ser eʼrdê, yêd bin eʼrdê, yêd beʼrêda û hʼemûyêd nava wanda, distiran: «Bira hʼeta-hʼetayê pesin, hurmet, rʼûmet û qudret li Yê ser tʼext rʼûniştî, usa jî li wî Berxî be!»


Hûn îdî rʼind zanin ku Xwedê eva xebera zarʼêd Îsraêlrʼa şand, bi Îsa Mesîh Mizgînîya eʼdilayîyê da, Yê ku Xudanê hʼemûya ye.


Min Tu li ser rʼûyê eʼrdê rʼûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê.


û Rʼuhʼê Pîroz bi bedenî mîna kevotkekê ser Wî danî û dengek ji eʼzmên hat û got: «Tu kurʼê Minî delal î, ku Ez ji Te rʼazî me».


Eʼlaleta ku li pêşîya Wî û li pey Wî diçû, dikire qîrʼîn û digot: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna Yê Herî Jorinrʼa!»


Ewî surʼa xwestina Xwe meva eʼyan kir, çawa li Wî xweş hat, ya ku hê pêşda qirar kiribû, wekî yektîya Mesîhda bîne sêrî,


De werin em pesinê Wî bidin, bona wê kʼerema Wîye xweyîrʼûmet, pê kʼîjanê yektîya Hʼizkirîyê Xweda qencî li me kir.


çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


Lê Xwedêyê ku xweyê rʼeʼma dewlemend e, bi hʼizkirina Xweye mezin, bi kʼîjanê em hʼizkirin,


Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Nişkêva tʼevî wî ordîke milyakʼetêd eʼzmanaye mezin kʼifş bû, pesinê Xwedê didan û digotin:


Gava milyakʼet ji wan dûr kʼetin hilatine eʼzmên, şivana hevrʼa got: «De werin em herʼine Beytlehʼmê, ev tiştê bûyî, ku Xudan em pê hʼesandin, bibînin».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite