Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 2:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Nişkêva tʼevî wî ordîke milyakʼetêd eʼzmanaye mezin kʼifş bû, pesinê Xwedê didan û digotin:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ньшкева тʼәви ԝи ордикә мьлйакʼәтед әʼзманайә мәзьн кʼьфш бу, пәсьне Хԝәде дьдан у дьготьн:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 نِشگادا دَستَگَگه مَزِن ژه لَشگِرِت اَسمانی پَیدا بون و گَل وی میلیاکَتی سِتایِشا خدا دِگِرِن و دِگُتن:

Gade chapit la Kopi




Lûqa 2:13
18 Referans Kwoze  

Hingê min dîna xwe dayê, min dengê gelek milyakʼeta bihîst ku dora tʼext, wan rʼuhʼbera û rʼûspîya girtibûn. Rʼeqema wan digihîşte bi hʼezara û mîlîyona.


Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.


Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin».


Meremê Xwedê ev bû, wekî niha serwaxtîya Xweye cûrʼe-cûrʼe, bi destê civînê li serwêrtî û hʼukumetêd dîyarêd eʼzmanava eʼyan bike,


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Eva werʼa bibe nîşan: Hûnê zarʼokekê pʼêçʼekêda pʼêçʼayî afirʼda bibînin».


«Şikir Xwedêyê Herî Jorinrʼa, eʼdilayî ser dinê wan merivarʼa, ji kʼîjana Xwedê rʼazî ye».


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite