Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 2:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Lê milyakʼet wanarʼa got: «Netirsin! Va ye ez Mizgînîya şabûneke mezin didime we, ku wê bona tʼemamîya milet be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Ле мьлйакʼәт ԝанарʼа гот: «Нәтьрсьн! Ва йә әз Мьзгинийа шабунәкә мәзьн дьдьмә ԝә, кӧ ԝе бона тʼәмамийа мьләт бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بله میلیاکَتی گُتَ وان: «نَتِرسِن، چون گو نَهَ مِن خَبَرَگه خوش بُ وَ هَیَ، خَبَرَگه گَلَک خوش بُ تواوی قَومه دُنیایه:

Gade chapit la Kopi




Lûqa 2:10
30 Referans Kwoze  

Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!»


Û milyakʼet jêrʼa got: «Meryem, netirse! Çimkî te kʼerem ji Xwedê stand.


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


Û em vê Mizgînîyê didine we: Çi ku Xwedê kal-bavêd merʼa soz dabû,


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Pey vê yekêrʼa Îsa gund û bajara digerʼîya, dannasîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîya Xwedê dida û her donzdeh şagirt jî Pêrʼa bûn,


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Milyakʼet lê vegerʼand û gotê: «Ez Cibrayîl im, ku li ber Xwedê disekinim. Û ez hatime şandinê, ku terʼa bêjim û vê mizgînîyê bidime te.


Lê milyakʼet wîrʼa got: «Zekerîya, netirse! Dua te hate bihîstinê, kʼulfeta te Êlîzabêtê terʼa kurʼekî bîne û tê navê wî Yûhʼenna daynî.


û digot: «Wext pêrʼa gihîştîye, Pʼadşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerʼin û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!»


Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: «Çiqasî hʼewas in gavêd yêd mizgînîya xêrê didin!»


Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî.


Milyakʼet wan kʼulfetarʼa got: «Netirsin! Ez zanim hûn li Wî Îsayî digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê.


Îro werʼa bajarê Dawidda Xilazkirek bû, ew Mesîh Xudan e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite