Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 19:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Îsa wîrʼa got: «Îro ev mal xilaz bû, çimkî eva jî zarʼa Birahîm e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Иса ԝирʼа гот: «Иро әв мал хьлаз бу, чьмки әва жи зарʼа Бьраһим ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 عیسی گُت: «ایرو نجات هاتیَ وه ماله دا، چون گو اَو مِرُوَ ژی اَولاده ابراهیمَ.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 19:9
15 Referans Kwoze  

Awa zanibin, yêd ku bawer dikin ew in zarʼêd Birahîm.


Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?»


Bi vî awayî soz bi bawerîyê tê standinê, wekî soz bona hʼemû zurʼetêd Birahîm pʼêşkʼêşeke erêkirî be, ne ku tʼenê bona wane yêd ku qanûnê diqedînin, lê bona wan jî, yêd ku mîna Birahîm bawer dikin. Çimkî Birahîm bavê me hʼemûya ye,


Wextekê hûn ne tʼu cimeʼt bûn, lê niha bûne cimeʼta Xwedê, hûne bê rʼeʼma Xwedê bûn, lê niha we rʼeʼm dîtîye.


Û heger hûn pʼara Mesîh in, wekî usa ye zurʼeta Birahîm in û warêd wî sozî ne.


Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin.


De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û rʼanebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.


Çimkî çʼeʼvê min azakirina Te dît,


Awa bizanibin ku hinekêd paş wê bibine pêş û hinekêd pêş wê bibine paş».


Ewî deng dayê û gotê: ‹Bavê Birahîm, li min were rʼeʼmê. Lazar bişîne, ku serê tʼilîya xwe avêda ke bîne zarê min şil ke, çimkî ez kʼûra vî agirîda dişewitim›.


Ewî jî got: ‹Na, bavê Birahîm, heger ji mirîya yek herʼe cem wan, wê ji gunekirinê vegerʼin›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite