Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 17:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Xudan got: «Heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe û vê dara tʼûtêrʼa bêjin: ‹Ji vir rʼabe û beʼrêda daçʼike›, ewê ya we bike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Û Xudan got: «Eger baweriya we wek libeke xerdelê jî hebûya, weyê ji vê dara tûyê re bigota: ‹Ji ra ve rabe û xwe di deryayê de biçikilîne!› Û wê bi ya we bikira.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Хӧдан гот: «Һәгәр баԝәрийа ԝә ԝәкә һʼәбәкә тʼохьме хәрдале һәбә у ве дара тʼутерʼа бежьн: ‹Жь вьр рʼабә у бәʼреда дачʼькә›, әԝе йа ԝә бькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 عیسیْ خاده گُت: «هَگو وَ ایمانَگه هِندی دِندِگا گوشگَیَ خردله هَبیت، اون دِگارِن بِژِنَ وه دارا توته ”بِنی دا دَرکَوَ و ناو بَحره دا وَرَ چاندِن“، و اَو دیه گوهه خو بِدَتَ اَمره وَ.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 17:6
13 Referans Kwoze  

Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe.


Îsa caba wan da û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne tʼenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî çʼîyayîrʼa jî bêjin: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê›, wê bibe.


Îsa wîrʼa got: «Te got çi? ‹Heger ji destê te tê?› Bona yê bawer dike her tişt dibe».


Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye, ku merivekî hilda baxçê xweda çand. Û gava ew mezin bû, bû dar, teyredêd eʼzmên hêlînêd xwe ser çʼiqilêd wê çêkirin».


Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im.


Ew pêşda bezî rʼabû ser dareke hêjîrêye stirîn, wekî Îsa bibîne, çimkî Ewê hema li wirrʼa derbaz bibûya.


Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye ku ji hʼemû tʼoximêd ku ser eʼrdê têne çandinê hûrtir e.


Gava Xudan dê dît, gunê Wî lê hat û wêrʼa got: «Negirî».


û ew şandine cem Xudan, wekî jê bipirsin: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?»


Ji we kʼîjan e, ewê ku xulamekî wîyî cotkʼar yan şivan hebe, gava ew ji kʼewşên bê, wîrʼa bêje: ‹Bilezîne kʼerem ke ser sifrê›?


Îsa gotê: «Were!» Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêrʼa çû, ku herʼe cem Îsa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite