Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 17:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Ew rʼojê jî wê usa be, gava Kurʼê Mêriv kʼifş be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

30 Ew roja ku Kurê Mirov xuya bibe jî, wê wisa be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

30 Әԝ рʼоже жи ԝе ӧса бә, гава Кӧрʼе Мерьв кʼьфш бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 رُژا هاتنا گوره انسان ژی هَ دیه وِسا بیت.

Gade chapit la Kopi




Lûqa 17:30
22 Referans Kwoze  

Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


û yêd ji we tengasîyêda ne, tʼevî me bide hêsakirinê. Evê aha be, gava Xudan Îsa tʼevî milyakʼetêd Xweye zor ji eʼzmênva bi kʼûra êgir xuya be,


ku hûn kêmasîya tʼu pʼêşkʼêşê nakʼişînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in.


Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Û hingê wê bibînin ku ‹Kurʼê Mêriv eʼwrava bi qewat û rʼûmeta mezin tê›.


Çaxê Ew ser çʼîyayê Zeytʼûnê rʼûniştibû, şagirtêd Wî tʼenê hatine cem Wî û jê pirsîn: «Bêje me, ev tişt wê kʼengê biqewimin? Û nîşana hatina Te û axirîya vê dinyayê wê çawa be?»


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Lê şa bin, ku hûn tʼevî cefêd Mesîh dibin, wekî wî wextê xuyabûna rʼûmeta Wî hûnê ji şabûnê geş bin.


Û hingê wê bibînin, Kurʼê Mêriv bi qewata mezin û rʼûmet eʼwrava tê.


Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


û meriv pê nehʼesîyan, hʼeta ku lêyî rʼabû û hʼemû jî xeniqandin. Hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa be.


Çawa ku rʼojêd Nuhda qewimî, hatina Kurʼê Mêriv jî wê usa biqewime.


Çimkî ew rʼoj, rʼojêd hʼeyfhildanê ne, wekî her çi ku hatîye nivîsarê bê sêrî.


Çimkî çawa birûsk ji alîkî eʼzmên birq dide û tʼemamîya eʼzmên rʼonayî dike, Kurʼê Mêriv jî wê rʼoja xweda usa be.


Lê ew rʼoja ku Lût ji Sodomê derkʼet, agir û kʼirkʼût ji eʼzmên barî, qirʼa hʼemûya anî.


Ewê we hʼeta xilazîyê hʼîmgirtî xwey ke, ku hûn Rʼoja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlekʼe bin.


Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin.


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite