Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Lûqa 16:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Иса ԝанрʼа гот: «Һун әԝ ьн йед кӧ хԝә бәр мәрьва рʼаст дьдьнә кʼьфше, ле Хԝәде дьле ԝә занә. Бьзаньбьн кӧ әԝ тьште нав мәрьвада хԝәйиԛәдьр ә, әԝ ль бәр Хԝәде һʼәрам ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 عیسی گُتَ وان: «اون اَو کَسِن گو خو بُ خلقه بینا مِرُوه صالِح نیشان دِدَن، بله خدا دِزانیت دله وَدا چه هَیَ. اَو دِشدا گو ناو خلقه دا گَلَک قَدِرَ، زَهلا خدا له دِچیت!»

Gade chapit la Kopi




Lûqa 16:15
40 Referans Kwoze  

Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Xwedêyê ku dila zane da îzbatkirinê, ku necihû jî Wîva qebûl in, gava Rʼuhʼê Pîroz da wan jî, çawa da me.


lê ya merivê hindurʼê dilda, rʼuhʼekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê pʼirʼ bi qîmet e.


Lê Xudan wîrʼa got: «Awa hûn fêrisîya tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê dilê we hindurʼva bi timayê û xirabîyava tʼijî ye.


Lê ewî xwest xwe rʼast derxe, Îsarʼa got: «Hevalê min kʼî ye?»


Ezê zarʼêd wê xim, bikujim û hʼemû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta eʼnene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we.


Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.


Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.


Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin.


Ewî jî got: «Ev hʼemû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine».


Ewê fêrisî tʼenê sekinîbû xweda guman bi vî cûrʼeyî dua dikir: ‹Xwedêyê min, şikirdar im, ku ez ne mîna wan meriva me, yêd ku tʼalanîyê, neheqîyê, zinêkʼarîyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me.


(Ewî bi heqê kirê xweyî neheq eʼrdek stand û li wir ser sêrî kʼet, zik lê qelişî dil-hʼinavê wî hʼemû rʼijîyan.


Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».


Û çʼeʼvêd wan li Îsa bûn, çend merivêd ceʼsûs şandin, ku bi durʼûtî xwe dewsa rʼasta danîbûn, wekî Wî bi xebera bigirin û bidine destê hʼukumetê û dîwana welî.


Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye.


Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.


Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe borʼîyê nexe, çawa durʼû kʼinîşt û kʼûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye.


Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.


Ev mesele jî wanrʼa got, yêd ku xwexa xweda guman bûn, yançîye ewe rʼast in û hʼemûyêd mayîn ber tiştekî hʼesab nedikirin.


Ez werʼa dibêjim, ku ev xercgira rʼasthʼesabbûyî çû mala xwe, ne ku yê din. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya kʼîjanî ku Tu dibijêrî bide kʼifşê,


Û Yê dila eʼnene dike zane fikira Rʼuhʼê Pîroz çi ye, çimkî Ew weke qirara Xwedê bona merivêd Xwedê lava-navçêtîyê dike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite